17:41 23 Gulan 2018
    Artêşa Iraqê - Kerkûk

    Li 40 hezar kerkûkî qertê dengdanê nehat belavkirin

    © Sputnik / NAZEK MOHAMMAD
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li herêma başûrê Kerkûkê li 40 hezar kerkûkî qertê dengdanê nehat belavkirin.

    Serokê Eşîreta Ubeydî Xessan Asî di axaftina xwe de ragihand ku ji bo hilbijartina 12ê Gulanê li 40 hezar hemwelatiyên ku mafê wan ê beşdarbûnê hebû qertê dengdanê nehat belavkirin.

    Serokê Eşîreta Ubeydî Xessan Asî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Belavnekirina qertê dengdanê li dijî qanûnan e. Di armanca belavnekirina qertên dengdanê de hisabên siyasî hene û em bi endişene ku ev bandorê li hilbijartinan bike."

    Xessan Asî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em dixwazin di dema herî zû de qertên dengdêr ên welatiyên herêma Hewîce û gundên derdorên wê werin belavkirin. Îhtîmala ku ev qert ji aliyê kesên din ve werin bikaranîn heye."

    Li seranserê Iraqê 24 milyon dengdêrên qeydkirî hene û li gor rêjeya nifusa welat Kerkûk 13 parlamenteran derdixîne.

    Bi heman mijarî:

    Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
    Li Iraqê herî zêde li Kerkûk û Neynowayê mafên mirovan hatine binpêkirin
    YNK derbarê Kerkûk û navçeyên erbandî nameyekê pêşkêşî rayedarên lraqê dike
    Koçberên Kerkûk û Xûrmatuyê dikarin li Kurdistanê dengê xwe bi kar bînin
    Midûriyeta Ewlehî: Kerkûk bi roj di destê Iraqê û bi şev jî di kontrola DAIŞê de ye
    Sedir: Bila hêzên Seraya El Selam rêya Kerkûk-Bexdayê kontrol bikin
    Etîketan:
    Qertên dengdêran li welatiyan nehatin belavkirin, Xessan Asî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de