18:11 21 Gulan 2018
    Silêmanî

    Bajar bi pereyên cezayan dê were paqijkirin

    Public Domain Pictures
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Lijneya Bilinda Serbixwe ya Hillbijartinên Iraqê ragihand ku tenê roja şemiya derbasbûyî 100 lîste û berbijêr li seranserî Iraqê hatine cezakirin.

    Rêvebirekî Lijneya Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku hem berbijêr û hem jî lîsteyên hilbijartinan di kampanyeyên xwe de rojane bi dehan binpêkariyan dikin, eger ew kes û alî neyên cezakirin dê ev kampanyayên hilbijartinan hem bajaran û hem jî jiyana xelkê têk bidin.

    Li gor daxuyaniyê piraniya wan binpêkariyan daliqandina posteran li ser dîwarên fermangehên hikmî û cihên ne guncaw in, lê diyar e ku lîste û berbijêr berdewam in li ser wan binpêkariyan. Eger hemû gilî bêne wergirtin, dê hejmara gilî û cezeyan jî çend qatan zêde bibe, lê dema lêdikolin wiha dernakeve û gelek gilî têne redkirin.

    Herwiha berpirsê ragihandina şaredariya bajarê Silêmaniyê ragihand ku di hilbijartinên derbasbûyî yên parlementoya Iraqê de cezakirina lîste û qewareyên siyasî ji niha zêdetir bû, ew pereyên cezakirinê ew ê ji bo paqijkirina bajarê Silêmaniyê ji paşmayên hilbijartinan bê bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Goran: Em Walîtiya Silêmaniyê nadin YNKê
    Ebadî ji bo propagandeya hilbijartinê li Silêmaniyê ye
    Li Silêmaniyê di dema propagandaya hilbijartinan de alozî derket: 5 kes birîndar bûn
    Li Silêmaniyê hemû zimanên bîyanî li kreşan hatin qedexekirin
    Birêveberê balafirgeha Silêmaniyê ji bo vekirina balafirgehan peyameke vîdeoyî weşand
    Etîketan:
    Bi pereyên cezayan dê bajar were paqijkirin, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de