17:08 24 Gulan 2018
    Rûbarê Bermîz- Herêma Kurdistanê

    Li Sîdekanê di navbera Artêşa Tirk û PKKê de şer derket

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li devera Sîdekanê ya bi ser Hewlêrê ve girêdayî di navbera Artêşa Tirk û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de şer derket.

    Li gorî zanyariyên Rûdawê Rayedarê Nehiyeya Sîdekanê Ihsan Çelebi, "Îro saet li dora 16.30an li devera Çiyayê Dêl di navbera Endamên PKKê û Artêşa Tirkiyêyê şer derket. Artêşa Tirkiyê tevî çekên sivik bejahiya Lelikanê topbaran kir."

    Çelebî herwiha da xuyakirin ku Tirkiye li herêmê bi Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) dem bi dem keşfê dike û herêmê gulebaran û topbaran dike. Çelebi ji aliyê din ve diyar kir ku li herêmê di di navbera Artêşa Tirk û PKKê de şerên giran diqewimin.

    Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye bi hinceta ku PKK li herêmê bi cih bûye dem bi dem herêmê bombebaran dike. Li herêma navborî di encama şer û topbaranan de nêzî 200 gundî hatine valakirin

    Bi heman mijarî:

    Balafirên artêşa tirk cardin gundên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin
    ‘Artêşa tirk nahêle termên bi dehan Efrîniyan werin definkirin’
    '3 birayên kurd di encama bombebarana artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da'
    Serokwezîrê tirk ê berê: Min dixwest ez leşkerekî artêşa Selahedîn bûma
    Artêşa tirk êrîşê noqteya YPGê kir: 2 leşkerên tirk hatin kuştin
    Etîketan:
    Topbaran, şer, Sîdekan, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de