05:26 22 Gulan 2018
    dengdan, hilbijartin, sindoq

    'Kurd hewl didin li himberî serokkomariyê, serokatiya parlamentoyê bi dest bixin'

    © REUTERS / TIMA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ev çend hefte ne, kurd xebatên xwe zêde kirine da ku hevparên pêvajoya siyasî meqamê serokatiya parlamentoyê Iraqê bidin wan, ji ber karbidestiyên wî meqamî zêde ne û kurd pêşniyar dikin ku li himberî wî meqamî, meqamê serokkomariyê bidin lê Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî teqez dike ku dixwaze bo careke din serokê parlamentoyê bimîne.

    Li gorî nûçeya El Erebî el Cedîdê, endamekîê Hevpeymaniya Niştimanî ya desthilat ku nexwestiye navê xwe eşkere bike îro duşemê got, "ji ber ku yê herî nêzîkî bidestxistina piraniya kursiyên parlametnoyê ne, hinek partiyên kurdî pêşniyarî wan kiriye ku meqamê serokatiya parlamentoyê bidin wan, li gel ku heta niha her bûye adet ku bidin erebên sunî û li himberî wê, ew jî dê dest ji meqamê serokkomariyê berdin."

    "HEMA HEMA HEMÛ KURD VÎ MEQAMÎ DIXWAZIN"

    Wî endamî got, " sedema ku kurd dixwazin serokatiya parlamentoyê bi dest bixin, ew e ku karbidestiyên destûrî yên vî meqamî berfireh in; ya herî berbiçav ew e ku ragihandin û betalkirina qanûnan e, diyarkirina çarenûsa lêpirsînan û herwiha şiyana serrastkirina budçeya dewleta federal û serperiştkirina karê desthilaya cîbicîkar" û destnîşan kir ku "hema hema hemû aliyên kurdî vî tiştî dixwazin."

    "SUNÎ QET QEBÛL NEKIN VÎ MEQAMÎ BIDIN KURDAN"

    Li gorî wê çavkaniyê, "aliyên sunî vê daxwaza kurdan ji binî ve red dikin û naxwazin meqamê serokatiya parlamentoyê radest bikin" ku gelek aliyên sunî daxwaza vî meqamî kiriye ku ev jî dê bibe sedema nakokiyê di qonaxa bê de."

    Destûra Iraqê karbidestiyên serperiştkirin û qanûndanînê yên berifreh dide lê serokkomarî tenê hinek tiştên girêdayî protokolê dide û ti karbidestiyên wê yên pratîk tine ne.

    Parlamenterê PDKê li parlamentoya Iraqê Muhsin Sedûnî got ku "mafê kurdan e û mafên aliyên din jî ku daxwaza meqamê serokatiya parlamentoyê bikin" û bi bîr anî ku destûra Iraqê diyar nekiriye bê divê kîjan alî van meqaman bi dest bixe, çi serokatiya parlamentoyê, çi serokwezîrîtî û çi serokkomarî jî."

    Ji aliyê din ve, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî diyar kir ku dixwaze careke din jî li heman meqamê bimîne.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
    Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin
    ‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
    Sputnik Kurdistan hemû hûrgiliyên hilbijartinên li Rojava diweşîne
    Iraq: Bexda li bendê ye ku Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne
    Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
    Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
    Têkiliyên Kurdistan û Almanyaye geş dibin
    Etîketan:
    PDK, Selîm Cibûrî, Muhsin Sedûn, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de