07:48 25 Gulan 2018
    Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî: Em ê li Bexdayê ji bo misogerkirina du daxwazan bixebitin

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Partiya Demokraka Kurdistanê(PDK) û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro duşemê ragihand ku partiya wî dê li Bexdayê ji bo misogerkirina du daxwazan bixebite.

    Barzanî di çarçoveya helmeta xwe ya hilbijartinên Iraqê ya li Hewlêrê de axift û got: "Hemû xebatên me yên li parlamentoya Iraqê dê dê ji bo misogerkirina hemû mafên gelê Kurdistanê û sepandina madeya 140ê ya destûra Iraqê bin."

    Madeya 140ê ew made ye ya ku sala 2005an di destûra Iraqê de hat pejirandin û li gorî wê pêwîst bû ku Kerkûk di nav de çarenûsa herêmên nakok were diyar kirin.

    Ew made dê li ser sê qonaxan pêk bihata, asayîkirin, paşê hejmartina û paşê jî referandûmeke herêmî da ku biryar were dayîn bê ew herêm bi kû ve werin girêdan lê ji ber nakokiyên siyasî ew made nehat sepandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê herî zêde li Kerkûk û Neynowayê mafên mirovan hatine binpêkirin
    Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
    Mela Bextiyar: Şîeyan Kerkûk bi destê Îranê dagir kir
    Baydemir: Sedema dagirkirina Kerkûk û Efrînê nakokiyên navbera siyasetmedarên kurd e
    ‘Kerkûk ji Kurdistanê nayê qutkirin'
    Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
    Etîketan:
    madeya 140ê, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de