04:32 28 Gulan 2018
Petrol

Hikûmeta Kurdistanê: Me û Iraqê ji bo petrola Kerkûkê li hev kir

© REUTERS / Soe Zeya Tun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî îro duşemê ragihand ku wan û Hikûmeta Iraqê ji bo petrola Kerkûkê li hev kiriye.

Li gorî nûçeya medyaya Herêma Kurdistanê, Dîzeyî ji rojnamevanan re ragihandiye ku wan li wezîrê petrola federal Cebar Lueyibî pêşniyar kiriye ku rojane 250 hezar bermîlên petrolê ji Kerkûkê di rêya boriyên li herêma Kurdistanê re werin firotin.

Dîzeyî diyar kir ku hikûmeta federal bi kêfxweşî pêşwaziya vê pêşniyarê kiriye û got, "ev pêşniyar bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin lê hîn neketiye çarçoveya gotûbêjên cidî."

Li gorî wê pêşniyarê, rojê dê 250 hezar bermîlên petrolê di rêya boriyên Herêma Kurdistanê re werin firotin û şirketa Petrolê ya Iraqê SOMO wê bifiroşe bi mercê ku dahatên wê biçin xezîneya dewletê ya federal.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin
Sputnik Kurdistan hemû hûrgiliyên hilbijartinên li Rojava diweşîne
Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
Têkiliyên Kurdistan û Almanyaye geş dibin
Etîketan:
petrol, Sefîn Dizeyî, Kurdistan, Iraq, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de