07:49 25 Gulan 2018
    Kurdistan - Kerkûk

    'Hebûna kurdan di hilbijartinên li Kerkûkê de şermok e'

    © REUTERS / Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Televizyona Sky Newsê raportek derbarê rewşa Kerkûkê di bin siya helmeta hilbijartina Iraqê de amade kir û diyar kir ku hebûna kurdan li wir qels û "şermok" e û perçebûna kurdan bi bîr anî ku li gorî raportê dê bandoreke neyênî li hebûna kurdan di paralemntoya Iraqê de bike.

    Sky News, Kerkûkê wek bajarê pirneteweyî bi nav dike û balê dikişîne ser xuyanebûna kurdan di pêvajoya hilbijartina Iraqê de û wiha dibêje: "Piralîtiya Kerkûkê di demên hilbijartinan zêdetir diyar dibe. Wêneyên namzetên parlamentoya bê diyar dibin; ereb û tirkmen. Lê hebûna kurdî şermok e. Ev jî dîmenek cuda ye ji wan dîmenên hilbijartinên berê yên berî têkçûna referandûma Kurdistana Iraqê".

    Raport diyar dike ku parêzgeha Kerkûkê ya bi petrolê dewlemend, yek ji xalên herî berbiçav bû yên nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê û wiha dewam dike: "Niha jî birêvebirina wê cihê lihevnekirinê ye."

    Li gorî raportê, ereb û tirkmen bi xurtî helmetên xwe yên hilbijartinê li Kerkûkê bi rê ve dibin lê kurd di nav xwe de perçe bûne ku hinek ji wan beşdar dibin û hinekên din jî boykot dikin û eşkere dibêjin ku naxwazin hikûmeta navendî li parêzgehê be û wiha dewam dike: Helbet ev perçebûn dê bandorê li nûnerîtiya kurdan di paralemntoya Iraqê de bike".

    Bi heman mijarî:

    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
    Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
    Parlamento îro bi mijara Kerkûk û êrişa Haşdî Şabî dicive
    "Sê dewletan li ser statûya Kerkûk, Xurmatû û Tileferê li hev kiriye"
    Etîketan:
    tirkmen, kurd, Hilbijartinên Iraqê, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de