04:26 25 Gulan 2018
    Ubeyd Reşîd

    Ubeyd Reşîd: Tirkmen û ereb hewl didin bo dengdayinê ji hin deverên din xelkê binîn

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Kerkûk ew xala nakokiyê ye ku di nêvbera gelê kurd û lraqê de û şoreşa gulanê gelê li ser Kerkûkê danî, lê piştî 11 salan ji îdareya hevbeş ligel aliyê erebî û sê salan ji desthilata kurdan,niha Kerkuk dibin desthilata Bexdayê de ye, piştî refrandûma serxwebûnê a meha îlonê û bûyerên 16 cotmeha sala par, Kerkûk cardin ket bin kontrola Bexda.

    Ji bo ji nêz ve ji rewşa Kerkûkê haydar bibin, girîngiya hilbijartinan û helwesta kurdan, Sputnîk kurdistan ev mijar bi çend pirsan ji çavdêrê siyasî Ubeyd Reşîd kirin, Reşîd bi giştî derbarê rewşa Kerkûk û hilbijartinan de axivî û got: "Yekem bi sedema buyerên 16 cotmehê di sala par de gelek guhertin bi ser bajarê Kerkûkê de hatîne, bo nimûne bangeşeya helbijartina vê carê li Kerkûkê cuda ye, ji yên berê ji ber ku rengê netewe û olperestiyê gellekî diyar e, rast e welatiyên Kerkûkê bi hemû netewe û olî ve ji rewşa niha razî nîne, lê ji ber buyerên siyasî her pêkhateyek vegera bo pirsên netewî û olî, serkirdeyên partiyên siyasî yên erebî bi hemû awayekî banga pêwiste beşdariya hilbijartinên roja şemiyê dikin, ji bo ku bo raya giştî û cîhanê bibînin ku Kerkûk bajarekî erebî ye û dibêjin eger hun beşdariyeke baş nekin, cardin kurd dizîvirin û desthilata Kerkûkê digrin destê xwe."

    çavdêrê siyasî Ubeyd Reşîd destnîşan kir ku partiyên siyasî yên tirkmenan jî bi heman awayî ji gelê tirkmanî re dibêjin, aliyên erebî û tirkman hewl didin xelkekê zor ji deverên din bînin û beşdariya helbijartinan li Kerkûkê bikin, ji bo dengên xwe ji dengên kurdan bêtir bikin û wek bajarekî erebî nîşan bidin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê herî zêde li Kerkûk û Neynowayê mafên mirovan hatine binpêkirin
    Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
    Mela Bextiyar: Şîeyan Kerkûk bi destê Îranê dagir kir
    YNK derbarê Kerkûk û navçeyên erbandî nameyekê pêşkêşî rayedarên lraqê dike
    Koçberên Kerkûk û Xûrmatuyê dikarin li Kurdistanê dengê xwe bi kar bînin
    Etîketan:
    kurdistan, kerkûk, partiyên siyasî, hilbijartin, Ubeyd Reşîd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de