11:15 24 Gulan 2018
    Hewlêr - Herêma Kurdistanê

    Barzanî: Em ê wekî aliyên Kurdistanî bi hevpeymaneke yekgirtû biçin Bexdayê

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew ê wekî aliyên Kurdistanî piştî hilbijartinên giştî yên Iraqê hewl bidin bi hevpameneke yekgirtû û bi yekhelwestê biçin Bexdayê û got, em ê li gorî madeya 140î ya destûra Iraqê li hemberî Bexdayê tevbigerin.

    Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi Balyozê Brîtanya yê li Iraqê John Wells û şandeya ligel wî re civiya. Di civînê de rewşa dawî ya herêma Rojhilata Navîn, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hilbijartinên giştî yên li Iraqê û pêngavên piştî encamên hilbijartinê hatin gotûbêjkirin.

    'EM Ê Bİ YEKHELWESTÊ BIÇIN BEXDAYÊ'

    Mesrûr Barzanî di civînê de hilbijartinên li Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û avakirina hikûmete hevbeş a rasteqîn wekî çareserî bi nav kir û got, "Wekî aliyên siyasî yên Kurdistanî em ê piştî hilbijartinan em ê hewl bidin ku bi hevpeymaneke yekgirtû û bi yekhelwestê biçine Bexdayê."

    Barzanî herwisa anî ziman ku ew bi madeya 140î ya destûra Iraqê ve girêdayî ne û ew ê li gorî vê madeyê li hemberî Bexdayê tevbigerin û got, li gorî madeya 132ya jî divê hikûmeta Iraqê zirar û ziyanên ku hemwelatî ji ber kiryarên rejîma berê dûçar bûne, bi cih bîne.

    'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN MAFÊN HERÊMA KURDISTANÊ'

    Balyozê Brîtanyayê Wells jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin mafên Herêma Kurdistanê yên di destûra Iraqê de û got, divê Herêma Kurdistanê pêşketinên di warê aborî, darayî û avdaniyê de bi xwe bibîne. Herwisa anî ziman ku ew piştgiriyê didin hikûmeteke hevbeş a Iraqê, ku hemû pêkhateyên di nava xwe de bihewîne.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Em nahêlin ew axa Kurdistanê bifiroşin
    Dadgeha Iraqê doza Kurdistanê heta meha Hezîranê bi paş de xist
    Li Kurdistanê ji bo piştgiriya namzedên jin xwepêşandan hatin birêvebirin
    PKK: Me li Bakur û Başûrê Kurdistanê 5 leşkerên tirk kuştin
    Etîketan:
    aliyên kurdistanî, Balyozê Brîtanya yê li Iraqê, Şêwirmendê Encumena Asayîş a Herêma Kurdistanê, John Wells, Mesrûr Barzanî, Kurdistan, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de