17:03 26 Gulan 2018
Nêçîrvan Barzanî

Barzanî: Em nahêlin ew axa Kurdistanê bifiroşin

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî parast ku ew ê careke din ji bo hemû aliyan îsbat bikin ku PDK naşikê û got, "Ew nikarin Kurdistanê lawaz bikin û axa Kurdistanê bifiroşin. Ji ber ku PDK dê li dijî wan bisekine."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî îro di çarçoveya mitîngên hilbijartinê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê axivî û got, "Him li Kurdistanê him jî li Iraqê hisabê mezin li hemberî PDKê tê kirin. PDKê jî bi kirinên xwe selimandiye ku heta PDK hebe, xelkê Kurdistanê dê werin parastin."

Barzanî herwisa derbirî ku ew dê bi van hlbijartinan dest bi qonexeke nû bikin û got, "Em dê ji bo parastina mafê xelkê Kurdistanê biçin Bexdayê." Serokwezîrê Kurdistanê axaftina xwe wisa domand:

"Heta ku em xwediyê civakeke wekî we bin, em dê bo nehezan îsbat bikin ku ew nikarin PDKê bişkînin, nikarin Kurdistanê lawaz bikin û axa Kurdistanê bifiroşin. PDK dê bi xwîna şehîdan li dijî wan bisekine."

Bi heman mijarî:

Dadgeha Iraqê doza Kurdistanê heta meha Hezîranê bi paş de xist
Li Kurdistanê ji bo piştgiriya namzedên jin xwepêşandan hatin birêvebirin
PKK: Me li Bakur û Başûrê Kurdistanê 5 leşkerên tirk kuştin
Hunermenda jin a kurd li nav mizgefteke Kurdistanê pêşangehek li dar xist
Etîketan:
PDK, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Dihok, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de