07:14 26 Gulan 2018
Ala Kurdistan û Iraqê

Dadgeha Iraqê doza Kurdistanê heta meha Hezîranê bi paş de xist

© AFP 2018 / Safin Hamed
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Dadgeha Federal a Iraqê rûniştina xwe ya ji veberhênan û şandina rasterast a petrola Kurdistanê bo derveyî Iraqê bi paş de xist.

Biryar bû ku Dadgeha Federal a Iraqê rûniştineke taybet li ser veberhênan û şandina petrola Herêma Kurdistanê li dar xîne. Lê Berdevkê Dadgehê Eyas Samûkî îro daxuyaniyek weşand ku peyamnêrê Sputnik Kurdistanê kopyayeke wê bi dest xist û tê de ragihand ku Dadgeha Federal a Iraqê rûniştina xwe ya îro ya bi serokatiya dadwera Mîdhet Mehmûd û endamên Lijneya Dadweriyê bi paş de xistiye.

Samûkî diyar kir ku rûniştina îro taybet bû bi darizandina Herêma Kurdistanê li ser encamdana veberhênan û şandina rasterast a petrola Kurdistanê bo derveyî dewleta Iraqê ye ku Wezareta Petrolê ya Iraqê dosyayeke qanûnî li ser vê mijarê amade kiriye û ji dadgehê re şandiye.

Li gorî daxuyaniyê, rûniştina dadgehê heta 3ê meha Hezîrana bê hatiye bipaşdexistin û Wezareta Petrolê ya Iraqê dibêje ku Herêma kurdistanê pabendî bi destûra Iraqê nekiriye û petrola xwe bi awayekî serbixwe şandiye derveyî welatî.

Tê gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2014an biryar da ku petrola herêmê bo derveyî welatî bişîne û di encamê de Hikûmeta ıraqê ya Federal biryara birîn û qutkirina budçe û muçeyên karmendên Herêma Kurdistanê derxist û heta niha jî ev pirsgirêk bi temamî di navbera herdu hikûmeta de nehatiye çareserkirin.

 

 

Bi heman mijarî:

Ji bo hilbijartinan 146 namzedên jin ên Herêma Kurdistanê hene
Koçberên Kerkûk û Xûrmatuyê dikarin li Kurdistanê dengê xwe bi kar bînin
Tirkiye 8 welatiyên Herêma Kurdistanê rasdestî ASAyê kirin
Roja rojnamegeriya kurdî li Herêma Kurdistanê hat zindîkirin
Geverî ji Sputnik Kurdistanê re: Hîn biryareke fermî ji bo Demirtaşî nehatiye dan
Wezîrê Ekonomî yê Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê kir
Serokê penaberên Kurdistanê: Mafê Tirkiyeyê tineye ku penaberan radestî ASAyê bike
Etîketan:
Dadgeha Federal a Iraqê, Mîdhet Mehmûd, Eyas Samûk, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de