17:06 24 Gulan 2018
    Xwepêşandan-Kurdistan

    Li Kurdistanê ji bo piştgiriya namzedên jin xwepêşandan hatin birêvebirin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Bi destpêkirina pêvajoya propagandayê ya helbijartinan diyardekirina namûsa jinên berbijêr li lraqê û Herêma Kurdistanê destpê kir û çendîn vîdeo û wêneyên zayendparêzî yên hejmareke namzetên jin di torên civakî de hatin belavkirin. Ev yek ji aliyê komeke jinan ve rastî nerazîbûnê hat.

    Duhî li bajarê Silêmaniyê yê Herêm Kurdistanê komeke jin û çalakvanên sivîl jib o helwestên ne medenî yên li hemberî jinan xwepêşandanek li dar xist û daxuyanyek weşand. Di daxuyaniyê de hat daxwazkirin ku aliyên têkildar bila bi çavekî dîrok li rola jinên Kurdistanê binêrin û helwestên xweragirî û qîmeta bedewiya jina kurd di dema berxwedana enfal û kîmyabarankirinê de li ber çavan bigirin.

    Herwisa di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, "Bi rêya belavkirina vîdeo û wêneyên zayendparêzî sivikatîkirina jinan û hewldan ji bo şikandina kesayetiyên hember bi rêya qet ne tiştekî rast e."

    Ji ber vê diyardekirinê helwesta jina namzed a bi nave mamosta Şukriye Cîhad, ku ji lîsteya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beşdar bûye, ji bo Sputnik Kurdistanê got, "Mixabin hin kesên xwe nezan pena biriye ser karên wisa û hetkirina rewş û navûdengên namzetên jin ên li lraqê û li Kurdistanê, bi rastî jî karekî gelekî dûrê medenîbûnê ye û nemana demokrasî û azadiya mirovan e. Hemû xelkê lraq û Kurdistanê baş dizanin ku hîç rastiyek ji bo wan vîdeo û wêneyên seksî yên namzetên jinan tune ye û hemû bi armanca şikandina kesayetiyê ya jinan hatine çêkirin û ev yek jî karekî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Ji ber ku eger di her dewletekê de rola jinan di hemû saziyên dewletê de nebe, ew dewlet pêş nakeve û wê her bimîne paşketî."

    Bi heman mijarî:

    Hunermenda jin a kurd li nav mizgefteke Kurdistanê pêşangehek li dar xist
    Li Kurdistanê ji bo koçberên Rojava xanî tên avakirin
    Partiyên kurdî ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê' ava kirin û şertên tifaqê aşkere kirin
    'Îran hewl dide kurdên Rojava û herêma Kurdistanê bikişîne aliyê xwe'
    Etîketan:
    xwepêşandan, Şukriye Cîhad, Kurdistan, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de