07:50 25 Gulan 2018
    Alaya Kurdistanê  û ya Iraqê

    Devjeniya hilbijartinan di navbera Ebadî û PDKê de

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tenê çend roj ji hilbijartinên Iraqê re mane ku berdevkê NİVÎSGEHA Serokwezîrê Iraqê, partiyên desthilatdar li Herêma Kurdistanê bi fişarkirina li ser dengdêran tawanbar kir. PDKê ev îdîa red kirin, bi bîr anî ku lîsteya Ebadî bixwe li Kurdistanê heye.

    Berdevkê Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Seed Hedîsî duh bi daxuyaniyekê îdîa kir ku "partiyên desthilatdar li Herêma Kurdistanê fişar li ser endamên hêzên ewlekariyê û karmendan dikin û wan ditirsînin, eger dengê xwe bidin hinek aliyan dê ji kar werin derxistin an jî wan veguhêzin cihekî din."

    Piştî vê îdîayê, Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) bersiv da Ebadî û got, "fişar li kû ye, eger lîsteya te li Kurdistanê hebe."

    Parlamentera PDKê Necîbe Necîb îro yekşemê bersiv da wê daxuyaniyê û destnîşan kir ku "çend roj ji hilbijartinan re mane, gelo ev fişar ji kû derketin".

    "HEBÛNA LÎSTEYA EBADÎ NREASTBÛNA ÎDÎAYAN NÎŞAN DIDE"

    Li gorî nûçeya malpera Şerq el Ewsetê, Necîbê gotiye: "ti mafê berdevkê nivîsgeha serokwezîrî, Seed Hedîsî tine ku bi vî awayî û bê delîl kesî tawanbar bike. Nexasim ku berdevkê hikûmetê ye û ne reqîbekî pêşbirka hilbijartina li Kurdistanê ye."

    Herwiha Necîbê teqez kiriye ku "pergala elektornîk û dengana veşartî heye ku ev nerastiya wan tawanbarkirinan misoger dikin" û wiha dewam kir: "Hebûna lîsteyeke hilbijartinê ya Ebadî li parêzgehên herêmê teqez dikin ku ti fişar tine".

    Necîbê di berdewamiyê de got: Eger PDKê fişar li hilbijêran bikira, dê hemû deng bi dest bixistina."

    Bi heman mijarî:

    Gelo hilbijartin dê çawa bin û kî dê bi ser keve?
    Serokê Parlementoya Iraqê bi parlementerên PDKê re civiya: Divê diyalog dest pê bike
    YNK ji bo nakokiyên bi Bexdayê û têkiliyên bi PDKê re dicive
    Rayedarekî PDKê: Divê em têkiliyên xwe bi Amerîkayê re ji nû ve binirxînin
    PDKê bangî hemû alî û hêzên kurdistanî kir
    Ji PDKê bo parêzgarê Kerkûkê şertekî nû
    PDKê piştî Civîna Encûmena Serkirdayetiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir
    Goran 3 daxwaz ji PDKê kirin: Divê hikûmet bê hilweşandin
    Etîketan:
    PDK, Necîbe Necîb, Seed Hedîsî, Heyder Ebadî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de