06:53 26 Gulan 2018
PKK

PKK: Me li Bakur û Başûrê Kurdistanê 5 leşkerên tirk kuştin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 20

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de got, "Şervanên me li Bakur û Başûrê Kurdistanê di şerekî dijwar de 5 leşkerên tirk kuştine."

PKKê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniya xwe de got, "Serê sibeha duhî ya roja înê di saet 10:30a de şervanên HPGê li nêzî gundê Lêkan li devera Barzan a Herêma Kurdistanê êrîşê ser bingehên artêşa tirk kirine û di encamê de 2 leşkerên tirk kuştine." Herwiha welatiyekî bi navê Ferzende Lêkanî jî ji bo Sputnîk Kurdistanê got, "Duhî û îro şervanên HPGê bi topên hawanan û doçkayan êrîş birine ser bingehên artêşa tirk yên li nêzî gundê Lêkan, li deşta Hêrtê ya li devera Barzan û di encamê de şerekî dijwar di nêvbera herdû aliyan de qewimiye, lê zirar û ziyanên wî şerî hêj nizanin."

Ferzende got, "Gelek caran ji ber dijwariya şerê herdû aliyan, xelkê Lêkan û hin gundên derdorê neçar bûne ku cihên xwe biterikînin, lê cardin zivirîne ser mal û gundên xwe. Lê belê metirsiya şer li ser xelkê her heye û ditirsin rojekê şer bikeve ser gundên wan."

PKKê di beşeke din a daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku duhî endamên wan li devera bajarê Colemêrgê li djî artêşa tirk 2 çalakî li dar xistine û di encamê de 3 leşkerên tirk kuştine.

Bi heman mijarî:

HPG îdia dike ku 14 leşker hatine kuştin
HPG berpirsiyariya teqîna Wêranşarê girt ser xwe
HPG: Pêwistî bi kongreya netewî heye
HPG: Di encama bombebarana balafirên Tirkiyeyê de 4 hevalên me jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
hpg, şervan, leşker, kuştin, HPG, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de