01:36 26 Gulan 2018
Li nav mizgefteke Hewlêrê pêşangeha wêne û fotografan hat lidarxistin

Hunermenda jin a kurd li nav mizgefteke Kurdistanê pêşangehek li dar xist

© Sputnik / Osman Başqali
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Ev ji bo cara yekem e ku li tevahiya Iraq û Herêma Kurdistanê hunermendeke jin a kurd projeyeke pêşangehê ya hunerî li nav mizgeftê li dar dixe. Hunermenda kurd Şare Baban got, "Ger mizgeft cihekî civakî be, çima nebe cihê hunerê jî?" û kêfxweşiya xwe ji bo pêkhatina vê projeya xwe anî ziman.

Li Herêma Kurdistanê di dema serdanên mizgeftan de her tim rastî tabloyên Qur'an Pîroz, hedîsên Hz. Muhammed, tabloyên îbadet û nimêjkaran tên lê vê carê jineke kurd bi projeyekê tabloyên xwe hunerî yê cuda li nav mizgefteke Hewlêrê nîşan dan.

Ev tabloyên hunerî, şêwekarî û fotografî ji aliyê jineke kurd a bi navê Şare Baban, ku ji xelkê Silêmaniyê, li nav Mizgefta Altûn a li bajarê Hewlêrê û bi beşdarbûna hinek meleyên olî hatin nîşandan.

Hunermendeke jin a kurd li mizgefteke Hewlêrê pêşangehe hunerî li dar xist.
© Sputnik / Osman Başqali
Hunermendeke jin a kurd li mizgefteke Hewlêrê pêşangehe hunerî li dar xist.

'GER MIZGEFT CIHEKÎ CIVAKÎ BE, ÇAWA DIBE HUNERÊ RED BIKE'

Hunermenda jin Şare Baban derbarê pêşangeha xwe ya li nav mizgeftê de ji bo Sputnik Kurdistanê axivî û got, "Beriya 5 salan ez li ser vê projeyê fikirîm, da ku karekî hunerî li nav mizgeftekê nîşan bidim. Lê gelek caran rê li ber vê fikra min hat girtin û dijayetiya vê fikra min hat kirin. Dîsa jî ez her tim berdewam bûm li ser fikra xwe û min got, ‘Ger mizgeft cihekî civakî be û di heman demê cihê îbadetê be, çawa dibe hunerê red bike?' Ji ber ku dîn ji bo min û zilamekî wekî hev hatiye şandin. Lê ez îro gelekî kêfxweş im ku xewna min bi cih bû û min projeya xwe ya hunerî li nav mizgeftê nîşan da."

Hunermendeke jin a kurd li mizgefteke Hewlêrê pêşangehe hunerî li dar xist.
© Sputnik / Osman Başqali
Hunermendeke jin a kurd li mizgefteke Hewlêrê pêşangehe hunerî li dar xist.

'HUNER JÎ BEDEWIYEKE JI BEDEWIYÊN XWEDÊ NE'

Baban anî ziman ku wê navê projeya xwe wekî ‘Rehên Şîn' daniye û mebesta wê jê ew e ku ev viyana jiyan û jinê ye, rehên aştî, siruşt, xweza û pêkvejiyanê ye. Armanca sereke ya vê projeya hunerî ya ji bo nav mizgeftê jî ew bû ku tirsa li nav xelkê bişkînim û nîşan bidim ku huner jî ji xweşikahî û bedewiya xwezayê ye, ku Xwedê daye me. Herwisa gelekî spasiya berpirsên Ewqafê dikim ku ji bo bicihanîna projeya min alîkariya min kir."

Babanê axaftina xwe wisa berdewam kir: "Karekî wisa li hemû welatên erebî nehatiye bihîstin ku jinek bikaribe hunera xwe li nav mizgeftê nîşan bide. Ez hêvî dikim ku ji ber vê gava me çand, mizgeft, bedewî û ciwaniya jiyanê wê bibin tevkarên hevdu."

Hunermenda kurd anî ziman ku dixwaze karekî wisa di rojên pêş de li nav mizgefteke Dihokê jî bike.

Bi heman mijarî:

Li hunermend Suavi 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hat birrîn
Çend hunermend ji bo alîkariya bajarekî Rojava konserekê li dar dixin
Bi wêne pêşangeha peykerên hesinî ya Saediyan li Stenbolê
Saediyan bi du pêşangehên hevdem li Stenbolê ye
Etîketan:
pêşangeh, Hunermenda jin a kurd, Şare Baban, Hewlêr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de