14:16 23 Gulan 2018
    Hewlêr - Herêma Kurdistanê

    Li Kurdistanê ji bo koçberên Rojava xanî tên avakirin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Saziya Karûbarên Mirovî ya li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo penaberên Rojava li kampên Domîz-1 û Domîz-2 150 xaniyên nû tên avakirin. Herwisa hat gotin ku hezar û 500 xaniyên din jî tên nûkirin.

    Koçber
    © REUTERS / Bernadett Szabo
    Li gorî agahiyên Basnewsê berpirsê Ragihandina Saziya Karûbarên Mirovî ya li parêzgeha Dihokê Salim Seîd diyar kir ku ev proje bi rêya rêxistina UNHCR û bi piştgiriya Hikûmeta Kiweytê tê birêvebirin û bi qasî 3 milyon û 552 hezar dolar lê tê terxankirin.

    Herwiha hat diyarkirin ku, proje bi hemahingiya Saziya Karûbarên Mirovî ya BRHAyê tê pêkanîn û ligel avakirina 150 xaniyan, li herdu kampên Domizê wê hezar û 500 xaniyê din werin nûkirin.

    Wî berpirsî ji bo armanca avakirin û nûkirina wan xaniyan ragihand ku, "Ew van xaniyan ji bo başkirina rewşa wan penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin, çêdikin."

    Seîd anî ziman ku ji bo şopandina karê projeyê cîgirê parêzgarê yê Dihokê Îsmaîl Mihemed, konsulê Kiweytê yê li Herêma Kurdistanê û nûnera rêxistina UNHCR a li Herêma Kurdistanê û hejmarek kesên din serdana projeyê kirin.

    Bi heman mijarî:

    6 hezar û 840 koçber hatin dersînorkirin
    NY: Eger li Idlibê şer bidome ihtimal e 2 milyon koçber ber bi Tirkiyê werin
    Ji ber topbarana artêşa tirk 120 malbatên kurd koçber bûn
    ‘Çima hûn newêrin bêjin xelkê Efrînê ji ber êrişa Tirkiyeyê koçber bûye'
    Etîketan:
    Berpirsê Ragihandinê yê Saziya Karûbarên Mirovî ya li Dihokê, salim seîd, Dihok, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de