17:51 23 Gulan 2018
    Jinên Pêşmerge

    Fermandarê Pêşmerge: Yên ku Pêşmerge tawanbar dikin, nikarin mafê kurda li Iraqê biparêzin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Fermandarê Pêşmerge ê Hêza Taybet a Gulanê Mensûr Barzanî ragihand ku Yên ku Pêşmerge tawanbar dikin, ne kurd in û ew li Bexdayê nikarin parêzbendiya mafê kurdan bikin

    Fermandarê Pêşmerg Mensûr Barzanî ji rojnamevanan re axivî û teqez kir ku Pêşmerge bi bihayê canê xwe xelkê sivîl diparêze û wiha domand:

    "Atmosfera azadiyê ya heyî li Kurdistanê bi saya serê Pêşmerge pêk hatiye Bi saya xwîna Pêşmerge pêk hatiye. Gelê Kurdistanê baş dizane ku Pêşmerge Kurdistanê diparêze."

    Barzanî li ser hilbijartinên Iraqê yên 12ê Gulanê jî ev tişt got, "Pêşmerge azad e, dixwaze dengê xwe bide kî, dê bide wî, di vê miajrê de azad e."

    Derheqê rêya Zummar û Rebiayê jî Mensûr Barzanî ev tişt anîne ziman: "Hikûmta Kurdistanê tu wext derî li ber xelkê herêmê ne giritye. Hikûmeta Kurdistanê amade ye ku ewlehiya rêyên Zummar û Rebîayê dabîn bike."

    Bi heman mijarî:

    'Pêşmerge û xelkê Kerkûkê vê rewşê qebûl nakin'
    ‘Em bi ti awayî nahêlin pêşmerge vegere Kerkûkê’
    Parêzgariya Kerkûkê nûçeyên vegera Pêşmerge red kirin
    Amerîka û Waliyê Kerkûkê civînek li dar xist: Bila Pêşmerge vegere bajêr
    ‘Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê propaganda ye'
    Etîketan:
    Di hilbijartinên Iraqê de pişka Herêma Kurdistanê, Hilbijartinên Iraqê, Hilbijartin, Pêşmerge, Mensûr Barzanî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de