05:37 22 Gulan 2018
    PDK-hilbijartin

    Nêçîrvan Barzanî: Hin kes û alî li Silêmaniyê li dijî PDKê terora fikrî pêk tînin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana (PDK) Nêçîrvan Barzanî li şarê Herêma Kurdistanê di çarçoveya bangeşaya partiya xwe de gotarek pêşkêş kir. Silêmanî û Partî (PDK) heta hetayê bi hev ve girêdayî ne.

    Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî îro înê di çarçoveya bangeşaya hilbijartinan a partiya xwe serdana parêzgeha Silêmaniyê kir.

    Beriya Nêçîrvan Barzanî Serokê Encûmana PDKê li Silêmaniyê Edhem Barzanî axaftinek kir. Piştî Edhem Barzanî, Nêçîrvan Barzanî axivî.

    Çend xalên sereke ji axiftina Serokwezîr Barzanî wiha ne:

    • Camêrî û xweragiriya gelê Silêmaniyê PDK û Silêmanî bi hev re girê dane.
    • Peywendiyên Barzan bi Silêmaniyê gelek bi hêz in.
    • Em bi rih û can deyndarê gelê Silêmaniyê ne.
    • PDK misoger kiriye ku ji bo mafên Kurdan li Bexdayê ye. Armanca me li Bexdayê, parastina mafên gelê Kurdistanê ye, ne ji bo post û kursiyan.
    • Rast e em li Silêmaniyê nebûn desthelatdar lê em xizmetguzariya gelê bajêr erka me ye.
    • Hindek hewil didin ku du birêveberiyan pêk bînin.
    • Hin kes û alî li Silêmaniyê li dijî PDKê terora fikrî pêk tînin, ew teror dê têk biçe.
    • Di demekê ku hin kom û aliyan plan kiribûn û hêzên Iraqî teşwîq dikirin ku êrişî Hewlêr û Duhokê bikin, xortên we, pêşmergeyên we ew plan pûç kirin û vala derxistin.
    • Ez ji xelkê Silêmanî û Helebceyê daxwaz dikim ku roja hilbijartinê dengê xwe bidin lîsta 184an ya PDKê.

    Di dawiya axaftina Barzanî de berbijêrên parlementeriyê yên Partiya Demokrata Kurdistana (PDK) yên Silêmanî hatin nasandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Nuceyfî kir
    Barzanî: Li ser deriyên sînor û gumrikê rêkeftin çêbû
    Mesûd Barzanî bi balyozê Îranê yê li Iraqê re civiya
    Barzanî û balyozê Îranê li ser pêşxistina aboriyê civiyan
    Barzanî li Şeqlawa: Eger PDK bi hêz be li Bexda, Kurdistan bi hêz e li Bexda
    Wezîrê Brîtanya û Barzanî li Hewlêrê civiyan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de