17:26 23 Gulan 2018
    Li Kurdistanê 5 kesên ji malbatekê bûn namzedên hilbijartinên Iraqê

    Li Kurdistanê ji malbatekê 5 kes ji bo Parlamentoya Iraqê bûne namzed

    © Sputnik / Osman Başqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Pêvajoya propagandayê ya ji bo hilbijartinên gistî yên Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê berdewam dike lê cudahiyeke vê hilbijartinê heye ku ji malbetekê 5 kes bûne namzed.

    Li Herêma Kurdistanê 5 kesên ji malbatekê bûne namzedên hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê. Zana Ezîz ê ku serokê lîsteya wan 5 namzedan e, derbarê mijarê de jib o Sputnik Kurdistanê axivî û got, "Ez ji zarokatiya xwe ve bi serok Zana têm nasîn, ji ber ku min heta niha çend rêxistin û partiyên siyasî ava kirine. Piştî azadkirina lraqê, me di sala 2004a de li Bexdayê Partiya Heq ava kir, lê ji ber sedemên aborî me nikarî li Bexdayê berdewam bikin û em vegeriyan Herêma Kurdistanê û me navê partiyê jî wekî Partiya Rastiyê ya Kurdistanê guherand. Lê mixabin heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê destûrnameya xebatê jib o partiya me nedaye û nahêle em baregeha xwe vekin. Ji ber wê yekê me hejmareke rêxistin ava kir. Birayê min mamosta Fazil Ezîz wekî serokê rêxistina rewşenbîrî ya paytextê û rêxistina rastî ji bo perwerdeya sivîl û demokrasiyê namzedê hejmara 3yan e. Endezyar Dana Ezîz wekî serokê rêxistina teknelojî ya zanyarî namzedê hejmara 6an e, mamosta Dilxoş Qadir Îbrahîm ku seroka rêxistina tazegerey ji bo zarokan namzeda hejmara 4an e, mamosta Mujde Ezîz wekî seroka rêxistina lobî ya kurdî, namzeda hejmara 5an e û ez jî Zana Ezîz Kerîm wekî serokê Partiya Rastiyê ya Kurdistanê namzedê hejmara 2ya me."

    'EM HER YEK DI WAREKÎ DE PISPOR IN'

    Ezîz ji bo sedemên nazmedbûna 5 endamên malbata xwe jî ev tişt gotin, "Li Herêma Kurdistanê hene di warê siyasî û aborî û civakî de gelek kêmasî hene. Me xwest ku em bi rêya demokrasiyê li Parlamentoya lraqê bibin nûnerên gelê Kurdistanê û em her yek di warekî de pispor in. Ji ber wê yekê em di hemû warên cuda de dikarin bêtir xizmeta gelê Kurdistanê bikin. Bi rastî em dixwazin her dem cuda bin û li Herêma Kurdistanê rê bi me nehat dayîn ku em ligel hîç lîst û partiyeke xwe bibin namzed. Em neçar bûn ku wekî serbixwe di nav lîsteya ereb a bi navê baskê Eşîrên Erebî de, ku hejmara lîsteya wan 132 ye, xwe wekî namzed nîşan bidin. Me bi navê xwe ne tenê li ser asta herêmê, li ser asta cîhanê jî dengvedaye û malbata me li Herêma Kurdistanê ji bilî partiyên siyasî, xwediyê 7 navend û rêxistinên rewşenbîrî ne, me li Herêma Kurdistanê jî ji bo doza kurdan kiriye û xizmeta gelê xwe kiriye. Her yek ji me xwediyê pisporiyeke zanstî ye."

    Herwisa ji bo bername û karê wan Serok Zana daxuyand ku ew li dijî her sîtem û zordariyê ne û ji bo Herêma Kurdistanê jî em pergaleke sosyalîst dixwazin û got, ji ber ku bi baweriya me baştirîn sîstema dadwer a ji bo civakê me ev e û em dixwazin di warên siyasî, aborî û civakî de çaksaziyê bikin.

    'EM Ê JI BO BAŞKIRINA REWŞA JINÊN KURDISTANÊ HEWL BIDIN'

    Ji aliyê din ve xwişka serok Zana ya Mujde Ezîz û namzeda hejmara 5a jî ev tişt anîn ziman, "Hêviya min ji xelkê parêzgeha Hewlêrê ew e ku baweriyê bi me bînin, da ku em dê bibin dengê rastiya wan li Parlamentoya lraqê û bi taybetî em hemû jin dê hewl bidin, ku rewşa jiyana civaka xwe di hemû waran de baştir bikin. Ji ber ku rewşa jinên Kurdistanê ku di gelek waran de kêmasî hene û dengdana wan a ji bo me, dengdana ji bo rastî û mîsogerkirina mafê xwe ye."

    Bi heman mijarî:

    'Îran hewl dide kurdên Rojava û herêma Kurdistanê bikişîne aliyê xwe'
    Partiyên kurdî ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê' ava kirin û şertên tifaqê aşkere kirin
    'Konferansa Pêşxistina Peywendiyên Aborî yên Herêma Kurdistanê û Îranê' destpê kir
    Sputnik Kurdistanê wêneyên pêşmergeyên PDK-Î berhev kirin
    ‘Şandeke Tirkiyê ya 50-60 kesî serdana Herêma Kurdistanê dike’
    Etîketan:
    namzed, malbat, Zana Ezîz, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de