07:55 25 Gulan 2018
    Mesihiyên li Kurdistanê

    Heşda Şeibî 380 erebên mûsilî li malên mesihî bi cih kir

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor daxuyaniya endamê encumena bajarokê Tilkêf yê Mûsilê, Heşda Şeibî bi sedan malbatên ereb yên Mûsilê li malên mesihiyên Tilkêfê bi cih kirine.

    Endamê encumena bajarokê Tilkêf yê Mûsilê şêx Emced Reşo ragihand ku ji roja Heşda Şeibî derbasî deşta Nînova ya Mûsilê bûye zilm û zorê li xelkê wê deverê dike, yek ji pêkhateyên ku rastî zordariya Heşda Şeibî tê jî mesîhî ne. Niha Heşda Şeibî 380 malbatên ereb ji Mûsilê derbasî Tilkêfê kiriye û li malên mesîhiyan de bi cih kiriye û mesîhî jî koçber û aware bûne.

    Reşo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heşda Şeibî xelkê Tilkêfê bi taybet mesihiyan tehdîd dike da ku dengên xwe nedin namzedên mesihî. Milîsên şîe xelkê ditirsînin û ji wan re dibêjin dengên xwe bidin namzedên nêzîkî Heşda Şeibî."

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurd û mesihî ji tirsa newêrin vegerin'
    Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
    ‘Mesihî ji tirsa çekdarên Heşdî Şebî nikarin vegerin cihê xwe'
    Mesihî dixwazin vegerin ser Herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, Şêx Emced Reşo, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de