11:09 24 Gulan 2018
    Ala Kurdistanê Protestoya li Ewropayê

    'Îran hewl dide kurdên Rojava û herêma Kurdistanê bikişîne aliyê xwe'

    © AFP 2018 / John MACDOUGALL
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Rojnameya Eşerq el Ewsetê ya navenda wê li Londonê ragihand ku "di vê demê de ku birêveberiya Şamê nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şand û xwest ku hevpeymanî ji erda wê derkeve, niha Şam û Tehran lê dixebitin ku eşîr û kurdan li dijî Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya Amerîkayê pêşengiya wê dike sor bikin."

    Malper balê dikişîne ser daxuyaniya Serşêwirmendê Îranê Elî Ekber Wîlayetî û dibêje: ""Tehran dest bi helmetekê kir ji bo eşîrên kurdî li Sûriye û Herêma Kurdistanê bikişîne bi aliyê xwe ve li dijî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya ku hêzên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û Hewlêrê bi cî kirine. Serokwezîrê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh di kongreya "Bipêşdexistina Têkiliyên Aboriyê di navbera Tehran û Herêm de ragihand ku 'herêmeke bazirganiya azad' li ser deriyê sînorî yê Perwîzxanê li gel Îranê ava dikin."

    Li gorî nûçeya RTyê, Wîlayetî bi nûnerên eşîrên sûrî re civiyabû û gotibû, ""eşîrên kurdên sûrî şerê Washington û siyonîstan dikin û dê wan ji rojhilatê Firatê derxînin..Tehran piştrast e, eger amerîkî biaqil nebin û ji Sûriyeyê dernekevin, kurd dê wan biqewirînin."

    Herwiha Wîlayetî diyar kir ku civîna li gel şandeya kurdî 'avaker' bû û "bersiveke xurt bû ji bo Washingtona ku îdîa dike, kurd li rojhilatê Firatê pê re ne".

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên Derve yê Rûsya, Tirkiye û Îranê li Moskowayê dicivin
    Li Brîtanyayê dê li ser kurdên Îranê panelek were lidarxistin
    Asayîşa kurdî 50 kîlo heroîn zeft kirin ku ji Îranê hatibû
    Ji Rûsya, Tirkiye û Îranê deklarosyona hevpar a Sûriyeyê
    May, Macron û Merkel li ser mijara Îranê civiyan
    Pompeo û Netanyahu li ser Îranê li hevdu civiyan
    Îranê îdîaya ku baregeha wê li Sûriyeyê hatiye bombekirin red kir
    Etîketan:
    Hevpeymaniya Navdewletî, DAIŞ, Elî Ekber Wîlayetî, Amerîka, Îran, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de