04:31 28 Gulan 2018
Bangeşeya Hilbijartina li Herêma Kurdistanê - Hewlêr

Çavdêrên siyasî û gel hilbijartinên li parêzgeha Duhokê nirxandin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Bo yekem car li parêzgeha Duhokê hejmareke mezin a partiyên siyasî rikeberiya bidestxistina 12 kursiyên parlementoya lraqê dikin, ji ber ku berê rikeberî tenê di nav çar partiyan de bû.

Çavdêrê Siyasî Pale Pawanî derbarê proseya hilbijartinên Iraqê de ji Spûtnîk Kurdistanê re dibêje, "Bangeşeya hilbijartinan ya vê carê li parêzgeha Duhokê hinekî cuda ye ji bangeşeyên berê ji ber ku hejmara partîyên siyasî zêde bûye û bo yekem car e partiyên Erebî jî berbijarên xwe li parêzgeha Duhokê danîne."

LI DUHOKÊ HEJMARA PARTÎ Û NAMZEDAN ZÊDE BÛYE

Herwiha Pawanî da xuyakirin berê tenê PRM, YNK û Yekgirtûya lslamî û Tevgera goran hebûn, lê niha bêtirî ji 7 partiyên kurdî û partiyeke Erebî namzetên xwe hene.

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê
© Sputnik / Osman Başqalî
Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê

7 KES JI LÎSTEYA EBADÎ BERBIJÊR IN

Pale Pawanê da zanîn, "Nêzî 7 kes ji berbijarên partiyên erebî ne û ji ser lîsta Ebadî ne û ji ber vê yekê bangeşeya hilbijartinan jî li Duhokê ji xulên berê germ û costar e."

Pawanî li ser beşdariya welatiyan divê piroseyê de diyar kir, "Bo hemû hilbijartinan rêjeya beşdariyê li parêzgeha Duhokê ji Hewlêr û Silêmaniyê bilindtire, ez bawerim ku vê carê jî rêjeya beşdariyê nêzî 70% be."

DR. FINDÎ: PÊŞBÎNIYA ENCAMÊN HILBIJARTINÊ ZEHMET E

Mamosteyê Zanîngeha Duhokê Dr. Reşîd Findî ji Spûtnîk Kurdistanê re diyar kir, "Hilbijartin destkefteke bo gelên lraqê hemiyê û hilbijartina vê carê ya perlemantoya lraqê ji yên berê cudatir e ji ber ku piştî refrandûmê rewşeke taybet bi ser herêma kurdistanê de hatiye û dengderên Duhokê jî renge weku berê beşdar bibe, lê pêşbîniya encaman hinekî bi zehmete ji ber ku partiyên siyasî zêde bûne û milet jî daxwaziyên xwe hene."

‘DIVÊ MAFÊN GELÊ KURD WERIN CÎBICÎKIRIN'

Çalakvan Cîhan Badî jî li ser hilbijartinên Iraqê dibêje, "Belê ez dê beşdariyê di dengdanê de kem ji ber ku mafê min weku welatiyeka Kurdistanî di lraqê de beşdariya pirosa siyasî bikim û gelek mafên gelê kurd di destûra lraqê de hene divê bihên cîbicî kirin."

‘PÊWÎST E HEMÛ KES JI BO MAFÊN DESTÛRÎ BEŞDARIYÊ BIKE'

Mamoste Cîhan Tahr jî li ser beşdariya hilbijartinan helwesta xwe wiha vedibêje: "Beşdariya me karekî pir girîng e ji ber ku divê qunaxê de gelê kurd pêwîstiya wî bi nunerên xwe heye di perlemantoya lraqê de, raste gelek cara welatî li Duhokê dibêjin em naçîne dengdanê ji ber ku em biçîn û neçîn weku hev e, lê ev yek şaş e divê hemû welatiyên herêma Kurdistanê beşdariyê di piroseya hilbijartinên perlemantoya lraqê de bikin ji boy mafên xwe yên destûrî misoger bikin."

Bi heman mijarî:

Barzanî: Li ser deriyên sînor û gumrikê rêkeftin çêbû
Mesûd Barzanî bi balyozê Îranê yê li Iraqê re civiya
Li Otlukbeliya Erzîncanê erdhej çêbû
‘HSD bi artêşa Iraqê re amadekariya operasyona hevbeş dike’
Dîmênên Lîmûzîna ‘Kortej’ a Pûtîn hatin tomarkirin
Brîtanya li xwe mikur hat ku di encama êrişa hewayî de kesekî sivîl hatine kuştin
Etîketan:
Duhok, Hilbijartin, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de