17:24 23 Gulan 2018
    Partiyên Kurdistanî

    ‘Tifaqa Kurdistanî' serdana Huda-Parê kir

    © Foto : PAK navend
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Pênc partiyên kurdî, Hereketa Azadî, PAK, PDK-T, PSK û PDKê ji bo hilbijartina 24ê Heziranê li Tirkiyê ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê' ava kiribûn û li Amedê şertên xwe yên tifaqê aşkere kiribûn serdaba Huda-Parê kirin. Tê payîn ku tifaq Serdana HDPê jî bike.

    Her çar partî û hareketa kurdî piştî civîna çapamenîyê ya li Amedê ku tifaqa xwe aşkere kiribûn, serdana Partiya Doza Azad (Huda-Par) kir.

    ‘TIFAQA HILBIJARTINÊ YA KURDISTANÊ' NAMEYEK PÊŞKÊŞÎ HUDA-PARÊ KIR

    Li gorî nûçeya Rûdawê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik diyar kir ku ew ji aliyê Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu û heyeta wan ve hatin pêşwazîkirin û wiha got: "Me li ser navê tifaqê nameyek radestî serokê Giştî yê HUDAPARê kir.Di nameyê de me prensîbên xwe yên siyasî ji bo tifaqa hilbijartinê pêşkêşî wan kir. Me got Huda-Par û HDP jî tê de em dixwazin li ser van prensîban bi dor û bereke berfireh tifaqeke pêk bînin."

    Biryar e partiyên ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê' pêk anîne dê roja 4 ê Gulanê li Amedê li gel Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDPê) Pervin Buldanê jî derbarê hilbijartinana hevdîtinekê de pêk bîne.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêc partiyên kurdî, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkîye (PDK-T), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di nava tifaqê de cih digrin. Partî û sazîyan tifaqa xwe li Amedê bi daxuyaniyekê aşkere kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya li xwe mikur hat ku di encama êrişa hewayî de kesekî sivîl hatine kuştin
    Demirtaş: Hemû heskerên HDPê dikarin bibin parlementer
    Paşinyanî bangî xwenîşanderan kir: 'Rêyan vekin'
    Lêçûyînên Artêşa Rûsyayê piştê 19 salan kêm bû
    Şerekî di navbera Îsraîl û Îranê de dê bandorekî çawa li kurdan bike?
    Etîketan:
    Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê, Tifaqa Hilbijartinê, hilbijartin, PDK-T, PSK, PDK, Azadî, PAK, Huda-Par, zekeriya yapicioglu, Mustafa Ozçelik, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de