07:00 26 Gulan 2018
Hewlêr - Kurdistan

'Konferansa Pêşxistina Peywendiyên Aborî yên Herêma Kurdistanê û Îranê' destpê kir

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Îro li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê bi navê 'Konferansa Pêşxistina Peywendiyên Aborî yên Navbera Herêma Kurdistanê û Îranê' destpê kir û ji bo 2 rojan wê berdewam bike. Konefrans ji aliyê Yekîtiya Odeyên Bazirganî yên Herêma Kurdistanê ve hatiye sazkirin.

Fas
© Sputnik / Наталья Селиверстова
Îro li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê bi navê 'Konferansa Pêşxistina Peywendiyên Aborî yên Navbera Herêma Kurdistanê û Îranê' destpê kir. Di konferansê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek wezîr û nûnerên Herêma Kurdistanê û herwisa Wezîrê Bazirganî yê Îranê Mihemed Şerîetmedarî û şandeya ligel wî û Wezîrê Pîşesaziyê yê Iraqê Şêx Mehmûd Sûdanî amade bûn.

Di konferansê de axaftina destpêkê ji aliyê Serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganî yên Herêma Kurdistanê Dara Celîl Xeyat ve hat kirin û piştre jî Wekîlê Wezîrê Plansazî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Elî Sindî axivî. Elî Sindî di axaftina xwe de behsa hecm û rêjeya aborî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê kir.

'ŞANDEYÊN KURDISTAN Û ÎRANÊ DI HEFTEYÊN PÊŞ ME DE DÊ LI HEV KOM BIBIN'

Wezîrê Pîşesaziyê yê Îranê Mihemed Şerîetmedarî diyar kir ku ew dixwazin peywendiyên aborî yên di navbera Îran û Kurdistanê hîn werin xurtkirin û got, di hefteyên pêş me de şandeyên herdu aliyên Îran û Kurdistanê wê li hev kom bibin û ji bo pêşxistina peywendiyên aborî yên herdu aliyan bixebitin. Şerîetmedarî herwisa anî ziman Îran di şerê li dijî DAIŞê de jî li cem Herêma Kurdistanê û pêşmerge cih girt.

BARZANÎ: EM DIXWAZIN PEYWENDIYÊN ME LIGEL ÎRANÊ BIGIHÊJIN ASTEKE STRATEJÎK

Piştî van axaftinan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di konferansê de dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku ew gelekî girîngiyê didin peywendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Îranê. Barzanî got, "Îran ji bo Herêma Kurdistanê cîraneke pir giring e û got, ew dixwazin peywendiyên aborî yên di navbera herdu aliyan de bigihêjin asteke stratejîk"

Bi heman mijarî:

Li Îranê erdhejeke mezin
Welatekî din têkiliya xwe ya dîplomatîk ji Îranê birî
‘Îsraîlê ji bo ku Îranê moşek vediguhestin baregehên Sûriyeyê ew bombe kirin'
Barzanî û balyozê Îranê li ser pêşxistina aboriyê civiyan
Etîketan:
Wezîrê Pîşesaziyê yê Îranê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mihemed Şerîetmedarî, Nêçîrvan Barzanî, Hewlêr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de