07:58 25 Gulan 2018
    YNK û Goran

    Goran: Em Walîtiya Silêmaniyê nadin YNKê

    © Foto : www.pukpb.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pirsgirêka navbera Tevgera Goran û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) dewam dike. Goranê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew Walîtiya Silêmaniyê nadin YNKê.

    Pirsgirêka navbera Tevgera Goran û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) dewam dike. Li gor peymana navbera herdu partiyan divê Walîtiya Silêmaniyê derbasî YNKê bibe, Goranê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew Walîtiya Silêmaniyê nadin YNKê.

    Li gor peymana navbera Goran û YNKê divê 30ê Nîsanê Walîtiya Silêmaniyê derbasî YNKê bibûna, lê Waliyê Silêmaniyê yê Goranê Heval Ebûbekir dev ji erka xwe berneda. Endamê Lijneya Giştî yê Goranê Xelîl Serkanî di axaftina xwe de got: "Namzedê Goranê Heval Ebûbekir ji namzedê YNKê zêdetir deng wergirtin. Eger di hilbijartinê de sextekarî nehata kirin pêwistî bi peymanê jî nedikir ji bo ku wê hemû endamên meclisê Goranê qezenç kiribûn."

    Xelîl Serkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Goranê ji bo xatirê gel namzedê YNKê wek walî qebûl kir. Êdî pêwistiyeke ku em bi vê peymanê ve girêdayî bimînin tuneye. Du salan Walîtiya Silêmaniyê di destê YNKê de bû û niha jî dora me ye. YNK çi dike bila bike em walîtiyê teslîm nakin. Bi çi mafî daxwaza Walîtiya Silêmaniyê dikin?"

    Bi heman mijarî:

    Goran: Rewşa Kerkûkê nayê qebûlkirin
    Tevgera Goran û Yekgirtû li hev kom bûn
    Tevgera Goran: Dergehê hevpeymaniya me bo hemû partiyên kurdî vekiriye
    Goran, Komel û Hevpeymanî ji bo hilbijartinê li hev kirin
    Parlamenterê Goran ê berê: Pêşniyara Hewramî ji bo pêşeroja kurdan bi qîmet e
    Etîketan:
    YNK, Tebgera Goran, Xelîl Serkanî, silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de