01:31 26 Gulan 2018
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî re civiya

Barzanî û balyozê Îranê li ser pêşxistina aboriyê civiyan

© Foto : Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî re civiya ku ji bo beşdarî Konferansa Geşepêdana Peywendiya Aborî ya navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê bibe, li Hewlêrê ye.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê hevdîtina Barzanî û Mescîdî ya 1ê Gulanê de ragihand ku herdu aliyan li ser peywendiyên bazirganiyê yên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê gotûbêj kirin û tekezî li ser konferansê kirin ku ji aliyê jûrên bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê ve tê sazkirin.

Di hevdîtinê de Serkonsulê Konsulxaneya Îranê yê li Hewlêrê Murteza Ibadî jî amadehî kir.

Konferansa Peywendiyên Aborî yên Herêma Kurdistanê û Îranê îro 2yê Gulanê li Hewlêrê dest pê dike û biryar e asoya peywendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê, bihêzkirina danûstandin û pêşvebirina geştûguzariya navbera Îran û Herêma Kurdistanê û geşepêdana peywendiyên aborî yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê di çend panel û gotaran de werin gotûbêjkirin.

Konferans ji aliyê jûrên bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê ve hatiye amadekirin ku dê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Pîşesazî û Kanzayên Iraqê Mehmûd Sûdanî, Wezîrê Bazirganiya Îranê Dr. Şerîetmedarî û Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Elî Sindî gotaran pêşkêş bikin.

Li gor nûçeya Rûdawê hejmarek parêzgar û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê û Îranê jî beşdarî konferansê dibin û çend panelên cuda li ser peywendiyên aborî yên herdu aliyan têne sazkirin.

Bi heman mijarî:

4 partiyên Tirkiyê li ser tifaqa hilbijartinê li hev kir
Li Amedê yek jê zarok du kes di avê de xeniqîn
Milîtanên li Hûmsê kelehên xwe yên dawî bê şer diterikînin
Li dijî mizgeftê êrîşa xwekujî: 42 mirî, 68 birîndar
Kovara stratejiya leşkerî dijminê sereke yê Amerîkayê eşkere kir
Balafira Rus Su-27ê li ser Deryaya Baltikê bergiriya balafira şer a amerîkî kir
Etîketan:
Barzanî, Hewlêr, Îran, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de