01:35 26 Gulan 2018
PDK-hilbijartin

Barzanî li Şeqlawa: Eger PDK bi hêz be li Bexda, Kurdistan bi hêz e li Bexda

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana (PDK) Nêçîrvan Barzanî li Şeqlawa di çarçoveya bangeşaya partiya xwe de axift. Barzanî, "PDK parêzara Kurdistanê ye."

Nêçîrvan Barzanî di destpêka bangeşeya partiya xwe ya li Şeqlawayê beşek ji helbesteke helbestkarê kurd Hejar xwend.

Barzanî ev tişt gotin "Eger PDK bi hêz be li Bexda, Kurdistan bi hêz e li Bexda. Divê em li Bexdayê yekrêz û hevgirtî bin. PDK li Bexda bawerî bi temamî li mafê çarenûsê heye. Em dixwazin ji Bexdayê re bibêjin ku mafê destûrî yê Herêma Kurdistanê cîbicî bike. PDK parêzara Kurdistanê ye."

Barzanî, "Em wek partî li meydana xebatê weke çiyayê Sefîn in."

Barzanî bang li beşdaran kir ku dengê xwe bidine lîsteya 184an, "Di roja dengdanê de hemû dengê xwe bidine lîsteya 184 a Partî Demokratî Kurdistanê."

Bi heman mijarî:

Nêçîrvan Barzanî bi şandeya Rûsya û Gazpromê re civiya
Erdogan bi rêya telefonê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest
Birayê Nêçîrvan Barzanî jiyana xwe ji dest da
Nêçîrvan Barzanî: Ez ê ji rayedarên amerîkî bipirsim hûn behsa kîjan Kurdistanê dikin
Nêçîrvan Barzanî sibe serdana Îranê dike
Etîketan:
Bangeşan, Hilbijartin, PDK, Nêçîrvan Barzanî, Şeqlawa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de