04:27 25 Gulan 2018
    Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî li Kerkûkê

    'Pêşmerge û xelkê Kerkûkê vê rewşê qebûl nakin'

    © REUTERS /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de ragihand ku ji bo me dagirkerî qebûl nekir li Kerkûkê me hilbijartin boykot kir.

    Fermandarê Pêşmerge û Endamê polîtbûroya PDK Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de got: "Em dagirkirina Kerkûkê nas nakin û me wek PDKê biryar da ku li Kerkûkê beşdarî hilbijartinê nebin. Hem iraqiyan û hem jî dostan xayintî kir. Kerkûk wê dagirkirî nemîne, ya wê bi diyalogê were çareserkirin an jî Pêşmerge vê rewşê qebûl nake."

    Kemal Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em dixwazin bi rêya diyalogê çareser bibe. Li Kerkûkê yan wê dagirkerî bi rêya diyalogê çareser bibe, milîs û leşker vekişin, endamên Meclisa Kerkûkê vegerin û li gor biryara Parlamentoya Kurdistan û Iraqê ala Kurdistanê neyê astengkirin. Eger ev nebe rêya din mimkin e. Pêşmergeyê qehreman û xelkê Kerkûkê yê birûmet vê rewşê qebûl nakin. Li Kerkûkê beşdarî hilbijartinê nabin û biryara vê hatiye dayîn."

    Bi heman mijarî:

    'Sivîlek li bakurê Kerkûkê kuştî hat dîtin'
    Heyder Ebadî piştî Silêmanî û Hewlêrê çû Kerkûkê
    ‘Em bi ti awayî nahêlin pêşmerge vegere Kerkûkê’
    Milîtanan şevê din dîsa bi ser gelek herêmên Kerkûkê de girt
    Milîtanên DAIŞê li Kerkûkê êrişî hêzên iraqî kir: Leşkerên kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    PDK, Kemal Kerkûkî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de