14:19 23 Gulan 2018
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê

    'Sivîlek li bakurê Kerkûkê kuştî hat dîtin'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çavkaniyeke ewlekariyê ji parêzgeha Kerkûkê îro duşemê ragihand ku wan termê sivîlekî li bakurê parêzgehê dîtiye.

    Li gorî medyaya iraqî, çavkaniyê diyar kir ku "hêzên ewlekariyê ragihandiye ku îro erêvarê termê sivîlekî li herêma Hûliyê ya bakurê Kerkûkê hatiye dîtin" û destnîşan kir ku "kesê kuştî ji duh ve li gel tirimêbla xwe wenda bûbû."

    Ew çavkaniya ku xwestiye navê wê neyê eşkerekirin gotiye, "hêzên ewlekariyê termê kuştiyî biriye daîreya tenduristiya edlî û lêpirsîn daye destpêkirin."

    Hêjayî gotinê ye ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê ku Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ketin parêzgeha Kerkûkê, gelek caran bûyerên wiha pêk tên.

    Bi heman mijarî:

    ‘Em bi ti awayî nahêlin pêşmerge vegere Kerkûkê’
    Milîtanan şevê din dîsa bi ser gelek herêmên Kerkûkê de girt
    Parêzgariya Kerkûkê nûçeyên vegera Pêşmerge red kirin
    Amerîka û Waliyê Kerkûkê civînek li dar xist: Bila Pêşmerge vegere bajêr
    ‘Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê propaganda ye'
    Çekdar li Kerkûkê bi ser malên kurdan de digrin û wan dişelihînin
    Etîketan:
    bûyerên kurştina sivîlan, Kurdistana Îran, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de