21:00 22 Gulan 2018
    hilbijartin- Iraq

    6 partî û aliyên tirkmenî di hilbijartinan de dê dengê xwe bidine lîsteya PDKê

    © Sputnik / Osman Başqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    6 Partî û aliyên siyasî yên Tirkmenên Herêma Kurdistanê biryar dan, deng bidin lîsteya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û sedemê wê jî wek parastina mafên xwe yên li Herêma Kurdistanê û zexmbûna Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo mafên netewa wan nîşan dan.

    Partiya Çaksaziya Tirkmen, Partiya Geşepêdana Tirkmen, Partiya Rizgariya Neteweya Tirkmen, Partiya Demokrat a Tirkmenan, Komeleya Rewşenbîriya Tirkmen, Komeleya Lîberal a Tirkmen di daxuyaniya xwe de destnîşan dikin ku Herêma Kurdistanê cîhê yekrêzî û tebayî û pêkvejiyanê ye bo hemû pêkhateyan e û lewma jî ew dê dengê xwe bidine lîsteya PDKê

    "Hikûmetên li dû hev ên Iraqê jî hewil dan pêkhateyan ji hev dûr bikin û netewa tirkmen bêbeş bikin ji hemû mafên xwe yên rewa yên li Iraqê. Heta raperîna adara 1991ê ku nexşeya siyasî û erdnîgarî li Iraqê guherî û piştî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhateya tirkmen jî derfet dîrin ku beşdarî proseya siyasî ya Kurdistanê bibin û derfet dîtin ku hemû maf û destkevtên netewî yên xwe di hemû saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê bidest bîne."

    Bi heman mijarî:

    ‘PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin’
    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
    PDK: Bêyî ala Kurdistanê em venagerin Kerkûkê
    Endamê PDK-Îyê: Tirkiye nikare tevgera azadîxwaz ya Bakurê Kurdistanê tine bike
    PAK û PDK-Î li hevdu civiyan
    Etîketan:
    Di hilbijartinên Iraqê de pişka Herêma Kurdistanê, Hilbijartinên Iraqê, Hilbijartin, PDK, Parlemana Iraqa Federal, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de