04:34 28 Gulan 2018
Mesrûr Barzanî

Mesrûr Barzanî: Dijberên referandûmê dê li Bexdayê mafê gelê kurd neparêzin

© Foto : Public Domain - KRG
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzan û yek ji serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mesrûr Barzanî îro pêncşemê li Hewlêrê di çarçoveya bangeşeya partiya xwe de axivî. Barzanî got, ew ên ku dijberiya referandîmê dikirin, nikarin li Bexdayê mafê gelê Kurd û Kurdistanê bi parêzein.

Mesrûr Barzanî "Li gorî me ev hilbijartin tehda ye, çimkî me ji bo diyarkirina mafê çarenûsa netewa xwe beşdarî di referandûmê de kir, mixabin ji ber xiyaneta çend kesan ev encama ku em çaverê bû, ta niha bi dest nehatiye, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku rê li ber me tên girtin, belkî em bi hemû şêweyekê xebatê dikin ji bo bidestxistina wê mafê çaresnûsî. "

Barzanî amajê pê kir ku wan qet nexwastiye ku şer û nexweşî çê bibe, "Me qet nexwastiye ku şer çê bibe, nexweşî çê bibin û dijminatî di navbera me û beşên din ên Iraqê de hebe, lê belê berovajî wê yekê, gelek alî hebûn ku xwastin bi qestî niyet û armanca milletê me bi şêweyekê din şirove bikin û êrişeke nerewa kirine ser Kurdistanê."

Barzanî teqez kir: "Dilniya bin ew ên ku dijberiya referandûmê kirine, sibê li Bexdayê jî piştgirî û berevaniyê li berjewendiyên gelê kurd nakin."

Bi heman mijarî:

Mesrûr Barzanî pêşwaziya generalê amerîkî Paul E. Funk kir
Mesrûr Barzanî: Divê Bexdad mafê kurdan binase
Mesrûr Barzanî: Guhertina demografîk li tu deverê nayê qebûlkirin
Mesrûr Barzanî: Radestkirina Kerkûkê xiyaneta herî mezin a dîrokê bû
Mesrûr Barzanî: Em jî wek her neteweyê ne
Mesrûr Barzanî: Ji bo damezirandina dewletê bêjin, ‘Belê’
Etîketan:
Bangeşeya Hilbijartinê, Bangeşe, Hilbijartinên Iraqê, Hilbijartin, PDK, Mesrûr Barzanî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de