05:31 22 Gulan 2018
    Babê Çawîş- Laleş- êzidî

    Babê Çawîş: Êzidî milletekê belangaz, hejar mezlûm e

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Berpirsê Perestgeha Laleşê bi munasebeta Çarşema Sor ji Sputnik Kurdistanê axivî, Babê Çawîş “Êzidî milletekê belangaz e ji ber hindê em daxwazê ji her hikûmet û hêzê dikin ku alîkarê gelê êzidî bikin

    Pîr Babê Çawîş ku micêwrê perestgeha Laleşa ya Ezidiyan e şehrezayeke baş li ser ola Êzidî heye û tev rê û resmên olî li Laleşê bi rê ve dibe. Çawîş di derbarê cejna Çarşema Sor de bi Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Çawîş di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku "em daxwazî ji Xwedê dikin ku ev cejna bibe cejna xêrê bo hemû dinyayê û hemû mirovan. Dû re jî bo wan kesên Êzidî ku ji çar salan zêdetir e di destê DAIŞê de ne û herwiha bi hezaran jî di çadiran de an jî li koçberiyê ne, ji bo hemûyan pîroz dikim." Çawîş anî ziman ku gelê Êzîdî geleke belengaz e, em hêvî daxwaz ji hemû hikûmetê dinyayê dikin ku xwedî li vî gelê belengaz derên û hewara wan bibihîzin.

    'ÇARŞEMA SOR JI BO WE ÇI ÎFADE DIKE?'

    Çarşema Sor, cejna Êzîdiyan e destpêka sala nû ye ji bo me, destpêka jiyanê ye. herwiha li gorî çanda me roja destpêka afirandina dunyayê ye. Ji ber wê yekê Çarşema Sor ji bo Êzidiyan destpêka jiyanê tê qebûlkirin. Dîroka destpêka pîrozkirina vê cejnê nayê zanîn ji ber ku hindî kevin e.

    'LALEŞ JI BO GELÊ ÊZIDÎ TÊ ÇI MANEYÊ PÎROZBAHIYA VÊ DERÊ ÇÎ YE?'

    Babê Çawîş: Laleş cihekî pîroz e ku kaniya zim zimê lê ye û tevahiya meqberên mirovên qenc û baş di xwe de dihewîne. Ji bo sedemên sereke ev der ji bo gelê Êzidî cihekî pîroz e. Gel tê li vir îbadeta xwe û duayên xwe dike. Van dua û îbadetan dikin da ku Xweda gunehên wan bibexşîne û canê wan pak bike.

    Gelê Êzidî di herçar demsalê de serdana Laleşê dikin, Laleş herdem vekiriye êzidiyek dema ku bixwaze her roj jî dikare were û heca xwe bike. Lê bi taybetî di cejna Çarşema Sor de tên heca xwe dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    4 partiyên êzidî beşdarî hilbijartinan dibin
    Şêrzad Êzidî: Civata ku li Efrînê hatiye avakirin, civata xayina ye
    Di navbera kurdên Êzidî û Artêşa Iraqê de alozî derket
    Fermandarê kurd yê êzidî him PKK him jî pêşmerge rexne kir
    Etîketan:
    Çarşema Sor, cejn, êzidî, Laleş, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de