05:21 25 Gulan 2018
    DAIŞ

    Milîtanan şevê din dîsa bi ser gelek herêmên Kerkûkê de girt

    © AP Photo / albaraka_news, File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîtanê rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din li başûrê Kerkûkê bi ser çend herêman de girt.

    Li gor çavkaniyên herêmî, milîtanê rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din li başûrê Kerkûkê bi ser çend herêman de girt, xelkên herêmê xwestine birevin, lê milîsên Heşda Şeibî rê li ber wan girtiye û nehiştiye sivîl derkevin.

    Çavkaniyên herêmî ragihandin ku milîtanên terorîst şevê din bi ser gundê Heftexwar, Awayekan, Mensûr, Elî û Dara ku dikevin sînorê navçeya Daqûqê de girtin.

    Li gor agahiyan, piştî serdegirtina gundan, hemwelatiyên li herêmê ji tirsan hewldane birevin, lê li rawestgeha ser rêya Daquq-Bexdayê Heşda Şeibî rê li ber sivîlan girtiye û destûra revê nedaye.

    Milîtanên DAIŞî du şev berê li navçeya Celewla ya Kerkûkê dîsa êrişî hêzên iraqî kiribû û li gor zanyariyan di encama êrişê de gelek hêzên ewlehî hatin kuştin û birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Milîtanên DAIŞê li Kerkûkê êrişî hêzên iraqî kir: Leşkerên kuştî û birîndar hene
    Amerîka: YPG ji bo şerê DAIŞê bike ji nû ve vedigere herêma Firatê
    HSD: Operasyona li dijî DAIŞê ya li Dêre Zorê dest pê nekir
    DAIŞê tehdîd kir: Hemû navendên hilbijartinê di hedefa me de ne
    Washington: Em bi Hewlêr re li hember DAIŞê şer dikin
    HSD: operasyona li dijî DAIŞê car din dest pê dike
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, DAIŞ, Iraq, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de