14:18 23 Gulan 2018
    Kerkûk - Ala Kurdistanê - Iraq

    Mela Bextiyar: Şîeyan Kerkûk bi destê Îranê dagir kir

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Mela Bextiyar di paneleke li Hewlêrê hat lidarxistin de ragihand, ji bo madeya 140î bicih neyînin şîe bi destê Îranê ketin Kerkûkê.

    Mela Bextiyar di panela Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê de got, "Welat û neteweyek hatine dagirkirin û parçekirin.Çareserkirina vê kêşeyê jî bi sîstemeke demokratîk pêkan e. Pirsa girîng ev e; Gelo Iraq dikare bibe welatekî demokratîk? Eger ev pêk were çareserkirina kêşeyan hêsan dibe, lê eger ev çênebe ji ber bêhevsengiya hêzê em ê di Iraqê de bimînin."

    Bextiyar diyar kir, "Piştî ku desthilata Iraqê ket destê Şieyan, di sîstema rêveberiyê de guhertin çêbûn. Iraq niha bi hikûmraniya piraniyê tê birêvebirin. Em yek cihê nîgeraniyê ye. Israra li ser vê yekê wê bingehê ji mezinbûna bertekan re ava bike."

    ‘GIRÎNGÎ BI SUNEYAN NAYÊ DAYÎN Û ŞÎE BI DESTÊ ÎRANÊ KETIN KERKÛKÊ'

    Mela Bextiyar destnîşan kir ku di encama siyaseteke bi qestî benda 140 ya di derbarê herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Kurdistanê de nayê bicîkirin:

    "Beriya 2 salan serokê parlamentoya Iraqê Îbrahîm Caferî di civîna bi serokkomar û serokên fraksiyonên partiyên siyasî re de, bi zelalî got ku benda 140an xelas bûye û nayê bicîkirin. Weke nûnerên Kurdan min, Hoşyar Zebarî û Şoriş Hacî bertek nîşanî vê yekê da. Li Iraqê girîngî bi Sunneyan nayê dayîn û Şîe bi destê Îranê ketin Kerkûkê û Kerkûk dagirkirin."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan qanûna hilbijartinê pesend kir, YSKê jî daxuyanî da
    Li navbera Lice û Pasûrê leşkerekî can da, 4 leşker jî birîndar bûn
    WhatsApp ji bikarhênerên xwe re biryareke nû disepîne
    YSK: Huda-Par dikare beşdarî hilbijartinan bibe
    Di lîsteya berendamên Partiya Saadetê 4 nav derketin pêş
    Barzanî: Meqama serokkomariyê dê dîsa ya kurdan be
    Etîketan:
    Mela Bextiyar, YNK, Iraq, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de