16:42 20 Gulan 2018
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî: Meqama serokkomariyê dê dîsa ya kurdan be

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî teqez kir ku "meqama serokkomariya Iraqê dê dîsa para kurdan be lê ne şert e ku ew meqam ê YNKê be" û destnîşan kir ku "serokatiya parlementoya Iraqê ji bo kurdan giringtir e."

    Barzanî tev li bernameyeke televizyona Rûdawê bû û behsa hilbijartinên Iraqê, rewşa kurdan û program û planên Partiya Demokrata Kurdistanê berî û piştî hilbijartinan kir.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, meqama serokkomariya Iraqê dê dîsa pişka kurdan be û bi bîr anî ku meqama serokatiya parlementoya Iraqê jî giring e û pirsî bê gelo pêkhate dê li hev bikin ku vê meqamê bidin kurdan.

    Li ser pirsyara bê kîjan alî dê meqama serokkomariyê bi dest bixe, Barzanî got, "pêwîst e ku aliyên kurdistanî vê mijarê gotûbêj bikin û biryarê bi qebûlkirineke giştî bidin."

    Bi heman mijarî:

    Birayê Nêçîrvan Barzanî jiyana xwe ji dest da
    Ji bo Îdrîs Dilovan Barzanî peyamên sersaxiyê
    Cewad Zarîf ji bo Barzanî sersaxî xwest
    Erdogan bi rêya telefonê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest
    Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive
    Heyder Ebadî û Mesûd Barzanî bi telefonê axivîn
    Etîketan:
    rewşa kurdan di hilbijartinên Iraqê de, Hilbijartinên Iraqê, YNK, PDK, Nêçîrvan Barzanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de