04:33 28 Gulan 2018
Operasyona leşkerên tirk a bejahî li nav sînorên Herêma Kurdistanê

Balafirên artêşa tirk cardin gundên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Hat ragihandin ku îro piştî nîvro 2 balafirên şer ên artêşa tirk çend gundên li derdora Çiyayê Qendîlê yên bi ser navçeya Rewandizê ya Herêma Kurdistanê ve bombebaran kir.

Di nûçeyeke Rûdawê de hat ragihandin ku 2 balafirên şer ên artêşa tirk îro di saet derdora 12.30î de çend gundên li derdora Çiyayê Qendîlê yên bi ser navçeya Rewandizê ve bombebaran kir.

Li gorî nûçeyê Qeymeqamê Rewandizê Koyistan Ehmed got, "Ew gundên bûne hedefên balafirên artêşa tirk ev in: Sûre Dê, Gelî Bedran, Zergele, Dolê Şawrê û Bokrîskan."

Derbarê zira û ziyana gund û gundiyan de ti agahî nehatin dayîn.

Bi heman mijarî:

YPG: Hemû rêyên Efrînê tên bombebarankirin
'Hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê yên çûn Efrînê tên bombebarankirin'
Hinek agahî li ser wan 8 deverên dîrokî yên li Efrînê tên bombebarankirin
Leşkerek din yê ku ji aliyê balafirê rûs ve hatibû bombebarankirin jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
Qeymeqamê Rewandizê, Koyistan Ehmed, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de