07:42 25 Gulan 2018
    Avahiya Eniya Tirkmen a Kerkûkê

    Bi moşekan êrişî namzedê tirkmen kirin: Kuştî û birîndar hene

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku şevê din li navenda bajarê Kerkûkê bi moşekan êrişî mala namzedekî Eniya Tirkmen kirin. Di encama êrişê de kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bû.

    Li gor zanyariyên berdest, şevê din li taxa Tis a navendî ya bajarê Kerkûkê bi moşek û çekên giran êrişî mala namzedê Eniya Tirkmen Emar Kehiye kirin. Li gor agahiyên çapemeniya Iraqê, di encama êrişa moşekî de welatiyekî sivîl hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

    Rewşa tendirustî ya namzedê Eniya Tirkmen nayê zanîn, lê li gor çavkaniyên herêmî mala Emar Kehiye rastî êrişa moşekî hatiye.

    Li gor daxuyaniya Parlamenterê Eniya Tirkmen ê Parlamentoya Kurdistanê Aydin Marûf, ji roja ku Kerkûk ketiye destê hêzên Iraq û milîsên Heşda Şeibî 27 endam û rêvebirên Eniya Tirkmen li Kerkûk û dewrûberê wê hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Milîtanên DAIŞê li Kerkûkê êrişî hêzên iraqî kir: Leşkerên kuştî û birîndar hene
    Parêzgariya Kerkûkê nûçeyên vegera Pêşmerge red kirin
    Amerîka û Waliyê Kerkûkê civînek li dar xist: Bila Pêşmerge vegere bajêr
    ‘Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê propaganda ye'
    Li Kerkûkê partiyên Tirkmanî û ereb bêtir ên kurdî kampanyaya hilbijartinan dikin
    Qubad Talebanî û Lahur Şêx Cengî çûn Kerkûkê
    Etîketan:
    Endamê Eniya tirkmen rastî êrişa moşekî hat, Emar Kehiye, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de