16:44 20 Gulan 2018
    Iraq - Bexda

    'Partiyên kurdan kesên ziman nizanin dişînin parlementoyê'

    © AP Photo / Hadi Mizban
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Parlementoya Iraqê yê PDKê Şaxwan Ebdullahî îdîa kir ku beşekî mezin ji namzetên kurdan bi armanca wergirtina îmtiyazan diçin Bexdayê û dibêje: "Di xola niha de bêtirî 30 parlamenterên kurd hene ku bi erebî nizanin û wan di dirêjahiya çar salên borî de di yek daniştinê de jî yek gotin nekiriye."

    Li gorî nûçeya Awêneyê, Ebdulahî ragihandiye ku ji wan 30 parlamenterên kurd ên bi erebî nizanin, nêzîkî 10 parlamenteran ên koma PDKê ne, yên din jî yên YNK, Goran û komên din in."

    Ebdulahî gotiye, "Mixabin partiyên kurdan namzetan li ser bingehê behre, destkeftî, pisporî û zanîna zimanî naşînin parlamentoya(Iraqê), belkî beşeke mezin ji namzetan bi aramanca wergirtina îmtiyazan bo Bexdayê tên şandin."

    Herwiha parlamenterê Xola pêşî ya Parlementoya Iraqê Hakim Şêx Letîfî jî ragihandiye ku di dema wan de jî gelek parlamenterên kurd hebûn ku bi erebî nizanîbû û wiha gotibû: "Wan di her çar salan de gotinek nekir".

    Şêx Letîfî jî gotiye: "Ev partiyên me, li Bexdayê wek karxeneyeke dabînkirina îmtiyazan bo kadirên xwe dinerin."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Kanadayê ji bo erdheja Kurdistan û Îranê peyamek weşand
    Kurdistan: Me bi Amerîkayê re li hev kir ku têkiliyên xwe xurt bikin
    Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin
    ‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
    Sputnik Kurdistan hemû hûrgiliyên hilbijartinên li Rojava diweşîne
    Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
    Etîketan:
    Goran, YNK, PDK, Hakim Şêx Letîfî, Şaxwazn Ebdulah, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de