20:54 20 Gulan 2018
    Mesrûr Barzanî û Walter Piatt

    Mesrûr Barzanî pêşwaziya generalê amerîkî Paul E. Funk kir

    © Foto : Encûmena Asayîşa Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Heyeteke dîplomatîk û leşkerî ya Amerîkayê kir.

    Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li heyeteke pile bilind a Amerîkayê bi serpireştiya General Paul E. Funk kir. Şanda pilebilind a Amerîkayê ji berpirsên serbazî û dîplomatîk ên wî welatî pêk hatibû û balyozê wî welatî yê li Iraqê Douglas A. Silliman jî di şandeyê de bû.

    Li gor daxuyaniya ofîsa Mesrûr Barzanî, di civînê de her du aliyan "rewşa herî dawîn a li herêmê û pêwediyên du alî yên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê di buwarên cuda cuda de nirxandin" û gotûbêj derbarê wan mijaran de kirin.

    Ofîsa Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku "heyeta Amerîkayê di civînê de tekezî li ser wê yekê kiriye ku weke statuyeke destûrî, ew piştgirî li herêmeke Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî dikin, herwiha dixwazin ku pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê berfirehtir û bihêztir bikin."

    Derbarê metirsiyên dubare serîrakirina DAIŞê û rûdana bûyer û kiryarên tundrewiyê li deverê, heyeta Amerîkayê piştgiriya welatê xwe bo hemahengiya navbera Pêşmerge, hevpeymanan û hêzên iraqî dubare kiriye û tekezî li ser wê çendê kiriye, ku ew dixwazin ew hemahengî li tevahiya deveran were pêşxistin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî bo Baydemir: Kurdistan di dilê te be, tu jî di dilê me de yî!
    120emîn salvegera rojnamegeriya kurdî û Rojnameya Kurdistan
    "Dibe ku ji ber gotina ‘Kurdistan’ê mafê parlementeriyê ji Baydemirî bê stendin”
    Balyozê amerîkî Kurdistan vexwende civîna Kuweytê
    Kurdistan: Me 4 hezar çekdar girtine
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de