04:33 28 Gulan 2018
Bexda

Serokê Komîteya Olîmpiyatê yê Kurd hat revandin

© AP Photo /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Cîgirê Yekem yê Serokê Komîteya Olîmpîyatê yê Iraqê û Serokê Yekîtiya Boxsîngê li Iraqê Beşar Mistefa li ser rêya navbera Kerbela û Bexdayê hat revandin.

Li gor zanyariyan Beşar Mistefayê ku kurdekî ji Dihokê ye, li navçeya Moseyî ya girêdayî parêzgeha Babilê hatiye revandin.

Çavkaniyên medya Herêma Kurdistanê radigihînin ku Beşar Mistefa li ser rêya di navbera Kerbela û Bexdayê de ji aliyê kesên cilûbergên leşkerî lixwe kiribûn hatiye revandin.

Hêzên ewlehiyê di lêgerîna Beşar Mistefa de berdewam in û didin xuyakirin ku ew ber bi cihekî nediyar ve hatiye revandin.

Hêjayî gotinê ye Beşar Mistefa di sala 2009an de jî hatibû revandin û ev dibe cara duyem ku tê revandin.

 

 

Bi heman mijarî:

Barzanî û şandeke Amerîka civiyan: Divê hevahengiya me berdewam be
Îran: Em li Sûriyê piştgiriyê nadin ti kesî
Ji Trump daxuyaniyên Suriye û Îranê
Arinç û Erdogan civiyan: Em li ser her tiştî axivîn
Berpirsekî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Hewlêrê hat kuştin
Trump: Serokê Koreya Bakûr Kîm mirovekî zelal û bi rûmet e
Etîketan:
Kerbela, Kurdistan, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de