17:26 23 Gulan 2018
    Nêçîrvan Barzanî û  Fermandarê Hêzên Amerîka li Iraq û Sûriyê General Paul E. Funk

    Barzanî û şandeke Amerîka civiyan: Divê hevahengiya me berdewam be

    © Foto: Malpera Fermî ya PDKê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke leşkerî û dîplomatîk a amerîkî civiyan û herdû aliyan teqez kirin ku pêwîst e hevahengiya di navbera wan de berdewam be.

    Mesrûr Barzanî û Walter Piatt
    © Foto : Encûmena Asayîşa Kurdistanê
    Îro Sêşem Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Amerîka li Iraq û Sûriyê General Paul E. Funk û şanda dîplomatîk û leşkerî ya li gel wî kir.

    Şanda Amerîkî destxweşî li Hikûmeta Kurdistanê kir ku ji ber de kariye bi diyalogê beşek ji pirsgirêkên xwe ligel Bexdayê çareser bike û hêvî jî xwest ku gotûbêjên Hewlê û Bexdayê berdewam û berfirehtir bibin. Herwiha behsa karên xwe ligel Wezareta Pêşmerge kir ku heta niha karên wan bi başî birêve diçin û berdewam in.

    Ji aliyê xwe ve, Barzanî bi taybetî jî rola Amerîka di alîkariya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de spasiya rola hêzên Hevpeymanan kir û da zanîn û teqez kir li ser giringiya hevahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya piştgiriya Amerîka kir li ser çêkirina zemînesaziyê bo destpêkirina diyaloga Hewlêr û Bexdayê û hêvî xwest ku diyalog berfirehtir û cidîtir bibe.

    Herwiha Barzanî û şanda Amerîka rewşa ewlehî ya navçeyê û hilbijartinên Iraqê gotûbêj kirin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em dostên kurdan û Herêma Kurdistanê ne
    Amerîka bangî Iraq û Herêma Kurdistanê kir
    Nerînên welatiyan li himberî helwestên Rûsya û Amerîka ji bo Kurdistanê
    Amerîka ji bo Kurdistanê Iraq û Tirkiye hişyar kir
    Wezîrê îsraîlî: Bila Amerîka û Îsraîl piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin
    Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
    Etîketan:
    Hevdîtin, Peywendiyên Kurdistan û Amerîkayê, Paul E. Funk, Nêçirvan Barzanî, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de