07:54 25 Gulan 2018
    Berpirsê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Faris Mihemed û Mam Celal

    Berpirsekî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Hewlêrê hat kuştin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 02

    Rêvberê Giştî yê Fermangeha Kargêrî di Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan Li herêma Kurdistanê Faris Mihemed li bajarê Hewlêrê hat kuştin.

    Îro piştî danê nîvro li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma KurdiStanê Berpirsekî Komîsyona Bilnd a Serbixwe ya Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê rastî êrişeke çekdarî hat û di wê êrîşê de canê xwe ji dest da.

    'LI HEWLÊRÊ LI SER CADEYA 100 METRÎ, HIN ÇEKDARAN TEQE LÊ KIRIYE'

    Berdevkê Komîsyonê Şêrwan Zirar derbarê wê bûyerê bo medyayê raghand, "Îro piştî nîvro dema Rêvberê Giştî yê Fermangeha Kargêrî di Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan Li herêma Kurdistanê Faris Mihemed li Hewlêrê ji dewamê vegeraye bo mala xwe li ser cadeya 100 metrî, hin çekdaran teqe lê kiriye û di encamê de canê xwe ji dest daye."

    Derbarê bûyerê de ta niha polîsên Hewlêrê tu daxuyanî nedane.

    Wêneyekî dema pêşmergetiya Faris Mihemed
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Wêneyekî dema pêşmergetiya Faris Mihemed

    ‘CIHÊ DAXÊ YE LI HEWLÊRA PAYTEXT PÊŞMERGEYEKÎ BERÊÊ YÊ YNKê BIHÊ ŞEHÎDKIRIN'

    Ji aliyê xwe ve Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre bi medya partiya xwe re raghand, "cihê daxê ye di nêv dilê Herêma Kurdistanê de, li Hewlêra paytext pêşmergeyekê dêrîn ê YNKê bihê şehîdkirin û em pêş lêkolînan nakevîn çaverê dikîn lêkolîn li ser bûyerê destpê bikin û daxwazê ji hêzên ewlehyê li Hewlêrê dikin bi zûtirîn dem tawankaran bibînin û biden destê yasayê."

    Tê gotin Faris Mihemed Rêveberê Giştî di Komîsyona Hilbijartinên Herêma Kurdistanê ji pişka YNKê ye ji ber ku piraniya partiyên siyasî nûner û pişkên xwe di komîsyonê de hene.

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de