11:18 24 Gulan 2018
    bîranîna bombebarankirina Qeladizê

    44 saliya bîranîna bombebarankirina Qeladizê hat zîndîkirin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Îro li bajarê Qeladizê bi amadebûna hejmareke mezin a welatiyan û Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hin berpirsên partiyên siyasî, bîranîna 44 saliya bombebarankirina bajarê Qeladizê ji aliyê rijîma beis ve hate zîndîkirin.

    Bi rê û resmekê qevdên gulan li ser gorên şehîdan hatin danîn û hin peyv hatin xwendin û qala vê karesata mezin û behsa berxwedana û xweragiriya gelê Qeladizê hat kirin.

    Tê gotin di roja 24ê meha Nîsan a 1974an de rejîma beisa lraqê bi bombeyên qedexekrî êrişî ser bajarê Qeladizê li nêzîkî sînorê Îranê û di encamê de 163 welatiyên sivîl bûn qrubanî û zêdetirî ji 100 welatiyên din jî birîndar bûn ku 10 ji wan qurbaniyan xwendevanên Zanîngeha Silêmaniyê bûn ku li wê ji ber êrişên rejîma beis hatibû veguhastin bo bajarê Qeladizê ku wê demê dibin kontrola Şoreşa Kurdî de bû bi rêberatiya Mele Mistefa Barzanî.

    44 saliya bîranîna bombebarankirina Qeladizê
    © Sputnik / Osman Başqalî
    44 saliya bîranîna bombebarankirina Qeladizê

    Herweha di sala 1982an li piranya bajarên Herêma Kurdistanê ew Birîtanya diltezîn hat saxkirin û li bajarê Silêmaniyê jî xwendevanên zanîngehê xwenîşandan li dar xistin lê dîsan rejîma beis êriş kire ser wan hejmareke xwenîşandanana û ew kirine qurbanî û birîndarkirin û di pişt re Zanîngeha Silêmaniyê hat daxistin û hat veguhastin bo Hewlêrê. Di roja 26 Hezîrana sala 1989an de rejîma beis bajarê Qeladizê bi tevavî wêran û text kir û xelkê bajar jî bo deverên din hatin veguhastin.

    Bi heman mijarî:

    Roja rojnamegeriya kurdî li Herêma Kurdistanê hat zindîkirin
    'Heke li dijî me bên bikaranîn em ê S-300an tune bikin'
    Hikûmeta Bexdayê piştî 4 salan Helebçê wek bajar nas kir
    Serokwezîrê lraqê ji bo bangeşeya helbijartinan sibe serdana Herêma Kurdistanê dike
    Rûsya ji bo pergala S-300ê bo Sûriyeyê: Divê ji Îran û Tirkiyeyê jî were pirsîn
    Îran tev li Yekîtiya Aboriyê ya Ewrasyayê ya bi pêşengiya Rûsyayê dibe
    Etîketan:
    bîranîna bombebarankirina Qeladizê, Bîranîna, Kurdistan, Qelediz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de