04:36 28 Gulan 2018
helebçe-bajarê helebçê

Hikûmeta Bexdayê piştî 4 salan Helebçê wek bajar nas kir

© Sputnik / Ekrem Altun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hikûmeta Iraqê piştî çar salan biryara ku Helebçe bibe bajar qebûl kir û bi vê awayê Helebçe bû çaremîn bajarê Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 13ê Adara 2014an de biryar dabû ku navçeya bajarê Silêmaniyê Helebçe bibe bajar. Di 2014an de bi pêşniyariya Mesût Berzanî ve, di encama peymana ku ji aliyî Mesût Berzanî, Nêçîrvan Berzanî û qeymeqamê Helebçê Goran Edhem ve hatibû îmzekirin de Helebçe wek bajar hatibî qebûlkirin. Lê belê ev biryar ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve nehatibû qebûl kirin.

Biryar ji aliyê bajariyên Helebçê ve bi kêfxweşî hat pîrozkirin. Bi vê biryarê Helebçe di Herêma Kurdistanê 4emîn di tevahiya Iraqê de bû bajarê 19emîn.

Bi heman mijarî:

Komela Qurbaniyên Kîmyabarankirina Helebçe di salvegera karesatê de peyamek weşand
Li Hewlêr, Silêmanî, Helebçe û Çemçemal ji bo Efrînê xwepêşandan hatin kirin
Li Îlamê erdhej çêbû: Germiyan, Helebçe, Hewraman û Şarezor hejiyan
Dosyaya komkujiya Helebçe wê biçe NYê
Etîketan:
bajar, Helebçe, herêma kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de