04:39 25 Gulan 2018
    Pêşmerge

    Parêzgariya Kerkûkê nûçeyên vegera Pêşmerge red kirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Birêveberiya Parêzgeha Kerkûkê duh duşemê nûçeyek red kir ku dibêje, parêzgarê bi wekaletê Rakan Cibûrî daxwazek Amerîkayê gihandiye Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da ku odeyeke operasyonên hevbeş bên avakirin.

    Li gorî nûçeya Ajansa Medyayê ya Iraqê, Nivîsgeha Ragihandinê ya Parêzgeha Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî bi daxuyaniyekê ragihandiye ku "mixabin, hinek navgînên medyayî û medyaya civakî hinek agahiyên dûrî rastî û realîtiyê weşandine ku parêzgar çûye bi serokwezîr Heyder Ebadî re civiyaye da ku daxwazeke Amerîkayê derbarê damezirandina odeyeke operasyonên hevbeş de jê re ragihîne."

    Herwiha parêzgarê di daxuyaniyê de bang li medyaya ku ev agahiyên "ne deqîq" weşandine kir ku agahiyan serrast bikin û hat teqezkirin ku dosyaya ewlekariyê ya Kerkûkê karbidestiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar e(Artêşa Iraqê).

    Hatibû ragihandin ku heyeteke amerîkî bi Parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî re civînek li dar xistibû û xwestibû ku hêzên Pêşmerge vegerin bajêr.

    Bi heman mijarî:

    Kerîm: Kerkûk ji her kesî mezintir e, Pêşmerge rê nade ti kes derbas bibe
    Rewşa Kerkûk û derdora wê aram e
    Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin
    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Kerkûk çawa hate kirîn?
    NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
    Berpirsê îranî: Nabe Kerkûk di destê dijminan de be
    Etîketan:
    Rakan Seîd Cibûrî, Bexda, Kerkûk, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de