18:05 21 Gulan 2018
    Kerkûk

    Amerîka û Waliyê Kerkûkê civînek li dar xist: Bila Pêşmerge vegere bajêr

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku heyeteke amerîkî bi Waliyê Kerkûkê ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye tayînkirin Rakan Cibûrî re civînek li dar xist û xwestiye ku Pêşmerge vegere bajêr.

    Li gor daxuyaniya Endamê Encûmena Bajarê Kerkûkê Qasim Hemze, Rakan Cibûrî serdana Bexdayê kiriye, daku ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bêje ku heyeteke amerîkî ji wî xwestiye hêzên Pêşmerge begerin Kerkûkê.

    Qasim Hemze di axaftina xwe de got: "Duhî li avahiya Walitiya Kerkûkê civînek di nav heyeta leşkerî ya Amerîkî û Rakan Cibûrî de hat lidarxistin û têde behsa vegera hêzên Pêşmergên Kurdistanê ji bo bajarê Kerkûkê hat kirin."

    Hemze di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji xeyrî Rakan Cibûrî ti kes di civînê de amade nebû û heyeta amerîkî ji aliyê fermandeyê navendî yê hêzên Amerîka ve hatibû şandin, lê Rakan Cibûrî nekarî rasterê bersiva daxwaza heyeta ji bo vegera hêzên Pêşmerge bide, lewma ji bo hevdîtina Heyder Ebadî serdana Bexdayê kir."

    Tê pêşbînîkirin ku Rakan Cibûrî û Heyder Ebadî li Bexdayê ji bo vegera hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê hevdîtinekê li dar bixin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya: Divê pirsgirêka Kerkûkê were çareserkirin
    ‘Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê propaganda ye'
    Li Kerkûkê partiyên Tirkmanî û ereb bêtir ên kurdî kampanyaya hilbijartinan dikin
    Qubad Talebanî û Lahur Şêx Cengî çûn Kerkûkê
    Çekdar li Kerkûkê bi ser malên kurdan de digrin û wan dişelihînin
    Li Kerkûkê teqîn rû da: Mirî û birîndar hene
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê, Waliyê Kerkûkê, Heyder Ebadî, Rakan Said Cibûrî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de