04:29 28 Gulan 2018
bajarê hewlêrê

Li Hewlêrê bi 600 milyon dolarî konsolxaneya herî mezin ava dibe

© Sputnik / Ekrem Altun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Amerîka li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê konsolxaneya herî mezin a cihanê ava dike. Buhayê projeye 600 milyon dolar e.

Di merasîma temelavêtina konsolxaneyê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Amerîkayê li Bexdayê Doglas Siliman, Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gros, berpirs û dîplomatên Herêma Kurdistan û amerîkî jî amade bûn. Doglas Siliman gotarek pêşkeş kir û got: "Amerîka bi qedr û giringî li Herêma Kurdistanê dinere. Bi programeke di çarçoveya konsulxaneyê de alîkariya Herêma Kurdistanê dike. Birêvebirina darayî û xizmetguzariyên giştî bihêz dike. Piştrast dibe, ku dê ev pêşkeftin berdewam bin."

Barzanî jî got: "Ev yek nîşana baweriya Amerîkayê ya ji niha û siberoja geş a Herêma Kurdistanê re ye. Herwiha wê yekê nîşan dide, ku Amerîka dixwaze peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê ber bi pêşve bibe."

Ji bo avakirina vê konsulxaneyê dê 600 milyon dolar were mezaxtin û biryare di nava 4 salan de were temamkirin. Rûberê konsulxaneyê 200 hezar metre ducar e û li ser rêya Hewlêr û Şeqlawayê tê çêkirin. Şirketa EYP ya Albanî, ku baregaha wê li New Yorkê ye, serpereştiya karê telarsaziya avahiyê dike.

 

 

Bi heman mijarî:

Amerîka: Kurdistan bê şert û merc ber bi serxwebûnê diçe
Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
Firat: Peymana Kurdistan û Amerîkayê dê rê li ber pêkahateyeke nû li Rojavayê veke
Etîketan:
Doglas Silliman, Nêçîrvan Barzani, Hewlêr, Amerîka, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de