17:25 23 Hezîran 2018
Kurdistan û Almanya

Wezîrê Ekonomî yê Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê kir

© Sputnik / Malpera HHK
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Ekonomî û Geşepêdana Almanyayê Gerd Muller û heyetek ji parlementerên Almanyayê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Wezîrê Ekonomî û Geşepêdana Almanyayê Gerd Muller bi heyetek parlamenter re serdana Kurdistanê kir û di hevdîtina xwe ya digel Serokwezîr Barzanî de ragihand ku ew dê alîkariyên leşkerî û mirovî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin.

Gerd Muller pesna rola Pêşmerge û xelkê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û parastina pêkhateyan de da û rola Serokwezîrê Kurdistanê di asayîkirina pêwenduyên Hewlêr û Bexda de bilind nirxand. Muller herwiha destnîşan kir ku ew girîngiyê bi peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Almayayê de didin û got ew hêvî dikin ku di warê aborî û çend aliyên de peywendiyên dualî bihêztir bibin.

Herwiha Barzanî jî spasiya alîkariya Almanya ji bo Pêşmerge kir û ragihand ku berdewambûna hevehengiya di navbera herdû aliyan de û heyeta mêvan ser mijara hilbijartinên parlamentoya Iraqê agahdar kiriye.

Bi heman mijarî:

Ji Almanya û Fransa daxuyaniya Kurdistanê
Hevdîtina Serokê Kurdistanê û Wezîra Almanyayê dest pê kir
Ji Almanyayê 70 ton çek û cebilxane bo Pêşmergeyên Kurdistanê
Li Fransa û Almanyayê çalakî: Ji bo Kurdistanê deng derxînin
Etîketan:
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Almanya, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de