22:42 22 Gulan 2018
    Mesrûr Barzanî

    Barzanî û balyoza Avustralyayê li hev civiyan

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel balyoza nû ya Avustralyayê ya li Bexdayê Joanne Loundes civiya. Barzanî anî ziman ku ew naxwazin bi kesan re, dixwazin bi hikûmeta bê ya Iraqê re bixebitin.

    Mesrûr Barzanî û Walter Piatt
    © Foto : Encûmena Asayîşa Kurdistanê
    Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ligel balyoza nû ya Avustralyayê ya li Bexdayê Joanne Loundes civiya û di civînê de diyar kir ku divê mafên kurdan ên di destûrê de esas werin girtin.

    Barzanî anî ziman ku ew naxwazin bi kesan re, dixwazin bi hikûmeta bê ya Iraqê re bixebitin û destnîşan kir ku divê li hemberî hemû maf û daxwazên pêkhateyan rêz were girtin û ji bo rêveberiya welêt destûra bingehîn were sepandin.

    Balyoza Avustralyayê jî anî ziman ku welatê wan dixwaze peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re hîn xurt bike.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Sekretêrê Giştî yê NYyê li Iraqê Jan Kubis re civiya
    Barzanî û generalê amerîkî civînek li dar xistin
    Barzanî ji bo Çarşema Sor peyameke pîrozbahiyê weşand
    Barzanî û McGurk li hev civiyan
    Barzanî: Têkiliyên Hewlêr û Enqereyê ber bi asayîbûnê ve diçin
    Etîketan:
    Balyoza Avustralyayê ya li Bexdayê, Şêwirmendê Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê, Joanne Loundes, Mesrûr Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de