11:10 24 Gulan 2018
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê

    Roja rojnamegeriya kurdî li Herêma Kurdistanê hat zindîkirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Îro li Hewlêrê û li piranya bajarên Herêma Kurdistanê roja rojnamegeriya kurdî bi çendîn çalakiyan hat zîndîkirin. Li Hewlêrê li beşa ragihandinê li Koleja Wêjeyê li zanîngeha Selahedînê ev roje bi çend çalakiyên cuda hat pîrozkirin.

    Li hola kolejê çend semîner û kora bo mamoste û rojnamevanan hatin sazkirin û herwiha hinek rojnamevan jî bi vê helkeftê hatin xelakirin.

    Gelek ji mamoste û xwendekarên beşdarî helkeftê bûbûn cil û bergên kurdî li xwe kiribû.

    Piştî wê jî pêşangehên wêneyî yên rojnamevanan jî hatin vekirin ku kar û xebatên wan rojnamevanan nîşan didin û derdibin.

    Sputnik Kurdistanê nerîn û boçûnên hejmareke mamoste, medyakarû xwendevanên beşa ragihandinê li zanîngeha Selahedînê wergirtin.

    "MEDYAYA KURDÎ, MEDYAYA PARTIYAN E"

    Piraniya wan kesan rexne li ragihandina kurdî ya li Herêma Kurdistanê girtin û wan got, "Rast e, di warê teknîkî û hejmarê de ragihandina kurdî pêşketineke baş bi dest xistiye. û kariye taradeyekê di hin warên wek xizmeta peyv û peyama civaka kurdsitanî de bike lê mixabin ji ber bandora partiyên siyasî, ragihandina kurdî li Herêma Kurdistanê nikariye wek pêwîst bi rola xwe ya kurdistanî bilîze û her tim ji ber kartêkerên partiyên siyasî di çarçoveya bazneke tesk de karê xwe kiriye û bêtir şerê hev kiriye ne ku hewl daye peyama Kurdistanê bigihîne cîhanê."

    "DIVÊ MEDYAYA KURDÎ LI SER RÊYA MIQDAD BEDIRXANÎ BE"

    Herwiha wan beşdarên medyayê got, "hemû hêviyên me ew in ku ragihandina başûrê Kurdistanê wek yekem rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistan be û kurdistanî be, wek çawa mîrê rojnamevanên kurdî Mîqdad Midhet Bedirxanî karê xwe di wê rewşa pir giran de dikir. Medyaya kurdî wek rojnameya Kurdistanê bibe sekoya(mîmbera)) hemû kurdan û bibe dengê wan. Pêwîst e ku kurd dest ji rêbaza pîroz a Mîqdad Bedirxanî bernedin û li her deverê bibin dengÊ heq û mezlûmiyeta kurdan."

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye 8 welatiyên Herêma Kurdistanê rasdestî ASAyê kirin
    Geverî ji Sputnik Kurdistanê re: Hîn biryareke fermî ji bo Demirtaşî nehatiye dan
    Koçberên Kerkûk û Xûrmatuyê dikarin li Kurdistanê dengê xwe bi kar bînin
    Ji bo hilbijartinan 146 namzedên jin ên Herêma Kurdistanê hene
    ‘Li Kurdistanê PDKê û li Iraqê Partiya Ebadî pêş e‘
    Etîketan:
    Roja rojnamegeriya kurdî, Roja rojnamevaniya Kurdî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de